PYD: Armanca teqîn û qetilkirinan derbkirina hevgirtina neteweyî ye

PYD’ê ragihand ku armanca teqînên terorîstî û qetilkirinan derxistina tevlihevî û nakokiyan di navbera gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye, komên DAIŞ`ê yên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, bi derbekirina hevgirtina neteweyî hewldana têkbirina aştî û jiyana hevbeş û biratiya gelan dikin.

Duh li bajarê Qamişlo 2 erebeyên bombebarkirî li kolana Wihdê ya ku ji girîngtirîn rêyên bajêr e, teqiyan. Di encama de 5 sivîl şehîd bûn û nêzî 50 sivîlên din bi sivikî birîndar bûn. Mal, milk û dikanên sivîlên wêran bûn û bi dehan erebeyên li kolanê şewitîn.

DAIŞ`ê rêzeteqîn û qetilkirina keşeyê dêra Ermen a Katolîk û bavê wî girtin ser xwe. Tê zanîn ku keşeyê dêra Ermen a Katolîk a li Qamişlo dema ji Hesekê diçû Dêrazorê, da ku lêkirina dêra li wir bişopîne, çekdarên nenas gule li keşe û bavê wî reşandin û ew qetil kirin.

Têkildarî teqînên li Qamişlo û proseya qetilkirinê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyek ji raya giştî re da û sersaxî ji malbatên şehîdan û şîfa ji birîndaran re xwest.

Daxuayniya PYD`ê wiha ye:

"Em wek Partiya Yekitiya Demokratîk teqînên li bajarê Qamişlo rû dan û proseya qetilkirina keşeyê dêra Ermen a Katolîk a bajarê Qamişlo Îbrahîm Hena Bîdo (Hosîb) şermezar û red dikin.

Her wiha piştrast dikin ku armanca van teqîn û proseyan derxistina nakokî û tevliheviya di navbera gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, di gel bi komên terorîst ên ku dewleta Tirk û serokê wê Recep Tayyîp Erdoogan piştgiriya wan dike bi derbekirina hevgirtina neteweyî hewldana têkbirina jiyana hevbeş, biratiya gelan û aştiya li Bakurê Sûriyê dikin. Êdî her tişt zelal bûye, artêşa Tirk li Bakurê Sûriyê hewldana derxistina nakokiyan dike û bi tevahiya rêbazan hewldana zindîkirina DAIŞ’ê dike. Lê belê heke dewleta Tirk piştgiriya zindîkirina DAIŞ`ê neke, dê ji nû ve zindî nebe.  

Têkildarî bûyera ku bi sere keşeyê rêola Ermen û sivîlên Qamişlo de hat, em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û şîfayê ji birîndaran re dixwazin.

Di heman demê de em bang li civaka navneteweyî, NY, Meclisa Ewlehiyê, YE, hêzên Koalîsyonê û DYA`yê dikin ku beramberî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku ji berdêla cîhanê terorîst têk birin, bi erka xwe rabin û mekanîzmaya parastina pêkhateyên ku komên çeteyan êrişî wan dikin, bibînin.

Her wiha bang li gelên xwe dikin ku beramberî lîstokan û planên ku hevgirtina neteweyî dikin armanc, hişyar bin û bang li hêzên siyasî û neteweyî dikin ku li dijî êrişan û gihandina biryareke stratejîk ku ji pêngavê re bibe bersiv, yekitiya xwe ava bikin."

(eh)


Mijarên Din