PYD`ê cejna Qurbanê pîroz kir û banga parastina yekitiyê kir

Meclisa Giştî ya PYD`ê cejna Qurbanê li hemû malbatên şehîdan û birîndarên şer pîroz kir û hêviya aştî û aramiyê xwest.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya cejna Qurbanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cejna Qurbanê ya pîroz di nava geşedan û bûyerên nû yên girêdayî Sûriye, herêm û cîhanê de pêşwazî dikin.

Her wiha hat destnîşankirin rewşa tenduristiyê ji ber belavbûna Koronavîrusê xirab e û tevî biryara agirbestê jî dewleta Tirk û çeteyên wê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef, bi hemû şêwazan dixwazin sûdê ji lihevkirinên heyî û rewşên li herêmê bigire da ku dagirkeriya xwe berfireh bike û sûcên derexlaqî li herêmên dagirkirî pêk bîne.

Meclisa Giştî ya PYD`ê di daxuyaniya xwe de cejna Qurbanê li hemû malbatên şehîdan, birîndarên şer, tevahî gelê Sûriyê û civaka îslamî pîroz kir û hêviya aştî û aramiyê kir. Her wiha bang li hemû pêkhateyan kir ku parastina yekitiya xwe bikin da ku aramî û azadî pêk were û herêmên dagirkirî rizgar bikin.

PYD`ê di dawiyê de bang li welatiyan kir ku bi rihê berpirsyarî tev bigerin, tedbîrên pêwîst ji bo pêşîgirtina li Koronavîrusê pêk bînin.

bx

ANHA


Mijarên Din