PYD: Daxuyaniyê El-Esed yekitiya me li dijî artêşa Tirk a dagirker zaîf dikin lê vîna me naşkînin

PYD: Diviyabû ku rejîma Sûriyê medalya rûmetê pêkêşî her şervanekê QSD û hêzên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiribane, ji ber serkeftinên wê yên li dijî dijminan bi dest xistin. Daxuyaniyên El-Esed yekitiya me ya li dijî dagirkeriya Tirk lewaz dike.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê bersiva daxuyaniyên serokê rejîma Sûriyê Beşar El-Esed da, ku îro li gel kenala RT International World hevpeyvîn pêk anî bû.

Daxuyanî wiha ye:

"Tevî şerê domdar ê ku bi hezaran ji gelê Sûriyê kir qurban û bi milyonan koçber kir, ruxmî ku Sûriyê veguherî qada şerên navdewletî û parçekirina wê ji herêmên hegemonî re ji ber siyastên Rejîma Sûriyê, lê mixabin têra xwe ders ji van tiştan nehat girtin. Hîna li ser rêgeza xwe israr dike ku çendîn bibe sedema parçebûna gelê Sûriyê û berbelavbûna wan.

Partiyên kurd di serî de Partiya Yekitiya Demokratîk ji sala 2011`an ve ji hêzên siyasî ya herî zêde ye ku banga çareseriya sûrî-sûrî kiriye û rêgeza jiyana aştiyane û dîlê diyalogê ji xwe re kir bingeh. Her wiha berê û niha jî li dijî mudexeleya derve ye çi ya herêmî yan jî navdewletî. Lê hikumeta Sûriyê di siyasetên xwe yên çewisandinê berdewam kir û xwe  ji çareseriyên siyasî û demokratîk dûr xist. Bi vê yekê Sûriyê veguherî qada şerê hêzên terorîst û hêzên navneteweyî. Di çarçoveya mafê parasatina rewa de me ax û gelê xwe parast. Me bi hezaran şehîd da. Ev berxwedan cîhan hejand û rê li pêşiya koalîsyonek navneteweyî  vekir ku li dijî terorê şer bike. Diviyabû hikumta Sûriyê hemwelatiyên xwe ji komên terorîst biparasta û bi hêza gelê Sûriyê re bûbûya yek, lê li şûna wê bê deng ma û mîna temaşevan li qirkirina gelê Sûriyê li ser destê DAIŞ`ê nêrî, diviyabû hikumeta Sûriyê xelata serfiraziyê bidaya Hêzên Sûriye Demokratîk û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber destkeftiyên ku li hember dijmin pêk anîne.  Xwîna pêkhateyên Sûriyê ji Kurd, Ereb, Suryan, Turkmen û Asur ve tev hev bûn û veguherî nimuneya Sûriyeya nû. Lê em berovajî wê dibînin, Rejîma Sûriyê hêzên herî niştîmanî û demokratîk bi ajantiyê tewanbar dike. Ev xîtaba şofanîst a ku bû sedema sereke ya rewşa Sûriyê ya niha, xizmeta çareseriya aloziya Sûriyê nake. Lê belê xizmeta dijminê Sûriyê û mudexeleya derve di Sûriyê de dike û rewşa parçebûnê dide rûniştandin û dê serdestî û rûmeta wê winda bike.

Em Partiya Yekitiya Demokratîk(PYD) me xeta sêyamîn û rêgeza neteweya demokratîk wek rêgez û stratejiyek pejirand. Me pişta xwe da hêzê gelê xwe û vîna hêzên xwe yên leheng û hîna em wisa dikin. Tewanên serokê hikumeta Sûriyê israra me di berdewamkirina vê rêgezê naşkîne.

Li ser wê em bang li tevahiya gelê Sûriyê û hêzên siyasî di nav de hikumeta Sûriyê dikin ku wan kirin û xîtabên xwe berdin ên ku yekitiya me li dijî artêşa Tirk a dagirker û mudexeleya derve zaîf dikin. Em bi hev re kar bikin ji bo vedîtina çareseriyek demokratîk û adil."

(şx)

ANHA


Mijarên Din