PYD`ê dest bi hemleya çandina daran kir

Partiya Yekitiya Demokratîk bi dirûşma "Xweşikbûna me ji xweşikbûna bajarê me ye" dest bi hemleya çandina daran li deriyên têketin û derketina bajarên herêma Cizîrê kir.

Meclisa Giştî ya PYD`ê û Meclisa Giştî ya Ciwanên PYD`ê bi hevkariya Şaredariya Gel a Qamişloyê bi dirûşmeya "Xweşikbûna me ji xweşikbûna bajarê me ye" dest bi hemleya çandina daran li bajarên herêma Cizîrê kir.

Endamên Meclisa Giştî ya PYD`ê, endamên Meclisa Giştî ya Ciwanên PYD`ê, rêveberên herêmî yên PYD`ê û rêxistina jinan a PYD`ê de tev li hemleyê bûn.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Abdulkerîm Sarûxan diyar kir ku hemleya wan bi hevkariya şaredariyên gel dest pê kir û destnîşan kir ku hemleya wan dê heta demsala çandina daran dewam bike.

bx

ANHA


Mijarên Din

‘Karkirin azadî ye’