PYD: Em soza şopandina rêya şehîdan didin

PYD`ê soz da ku ew ê li ser rêya şehîdan bimeşin heta ku xeyalên wan pêk bînin, her wiha bang kir ku li dora rêya berxwedanê kom bibin û di rêya şehîdan re bimeşin.

Sibê 18`ê Gulanê Roja Şehîdan e. Bi vê boneyê Meclisa Giştî ya PYD`ê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir û got dîroka gelê Kurd bi berxwedan û lehengiyê tê naskirin.

Daxuyaniya PYD’ê wiha ye:

"Ji destpêka derketina zilm û mezlûman, desthilatdarî û rizgarî, dagirkerî û berxwedan, şêniyên gelan û neteweyan derketin ku bi zilm, dagirkerî û desthilatdarî qebûl nekirin û rêya berxwedan û rizgariyê hilbijartin.

Dîroka gelê Kurd bi berxwedanên destanî û lehengiyê tê naskirin, bi berxwedan û şehadeta hin ji wan bû destpêkeke nû û berxwedana xwe bû rêya nû ku rêya neteweyê dide diyarkirin. Berxwedan û şehadeta heval Heqî Qerar bû destpêka rêya nû ji berxwedan û lehengiyê ku hîna gel û pêkhateyên herêma Rojhilata Navîn pê ve girêdayî ne.

Meha Gulanê meha şehadeta heval Heqî ye ku di sala 1977`an de şehîd bû û bû meha lehengên destanî di dîroka gelê Kurd de. Şehadeta wî hişt partî bê avakirin, bi vê yekê rewşa heyî li herêmê li gorî gelê wê guhert. Bi milyonan ji şêniyên gelan û neteweyên herêma Rojhilata Navîn rêya heval Heqî hilbijart da ku li pêşiya dijmin bisekinin. Ev meş didome heta ku gel û pêkhateyên wê îradeya xwe ferz bikin.

Em wek Meclisa Giştî ya PYD`ê şahadeta heval Heqî di Roja Şehîdan de bi bîr tînin. Em dibînin ku tiştê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat, parçeyek ji destkeftiyên ku bi saya keda Heqî û hevalên wî pêk hatin. Bi vê boneyê em soza xwe nû dikin ku em ê xeyalên şehîdan pêk bînin û li ser şopa şehîdan bin."

(jo)


Mijarên Din