PYD: Girtina Ocalan sûcek li dijî mirovahiyê ye

PYD: Girtina Rêber Abdullah Ocalan sûcek li dijî mirovahî û gelên Rojhilata Navîn e. Divê hemû aliyên ku beşdarî vî sûcî bûne sewqî dadgehekê were kirin.

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) der barê salvegera komploya navnetewî ya 15‘ê Sibatê ya li djiî Rêber Abdullah Ocalan de daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

"Piştî 21 sal di ser komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan re derbas bû, êdî armancên komployê navnetewî diyar bû. Kompoya ku destê hêzên hegemom ên herî mezin ên cîhanê tê de heye bi dîlgirtina Rêber Abdullah OCalan destpê kir û heta roja me ya îro li dijî gelên Rojhilata Navîn û xêzkirina siberoja wê li gorî berjewendiyên hêzên hegemon berdewam e.

Ew hêzanan dikarî fîzîkî rêbertî dîl bigirin lê nedikarî fikr an jî îradeya wî dîlgirtin a ku rêya bidawîbûna koletiyê nîşanî gelan dida. Rêbertî didît ku parastina gelan erkeke dîrokî ye  dikeve ser milê wî, lew ra hemû astengî û bendên ku li pêşiya belavbûna fikr û felsefeya wî ji gelan re dibû kelem derbas kir, fikr û felsefeya wî xwe dispêre paradîgmeya netewa demokratîk û afirandina mirovekî azad ê xwedî îrade.

Hêzên hegemon dîtin ku fikr û nêrîna Ocalan li pêşiya planên wan yên  der barê herêmêa Rojhilata Navîn û gelê wî dibe asteng, li ser vê yekê biryara girtina wî û dema radestî rejîma Tirk kirin serokwezîrê Tirkiyê got: "Bombeyek xistine hembêza me, ti kes nizane em çi pê bikin" ev yek plana herî mezin a dewleta Tirk diyar dike. Wan hêzan pergaleke taybet ji bo rêberî dîlgirtî di girtîgeheke takesekî de li girava Îmraliyê ya dûr cîhanê danîn.

Tevî dîlgirtin û tecrîda girankirî Ocalan kêliyekî ji derdê gelê xwe qut nebû û ji bo xilaskirina gel di nava lêgerînê de ye. Ocalan paradîgmeya netewa demokratîk danîn ku encamên tecrûbeyên gelan û fikrê mirovahî yê yê dîrokî ye û  tevî hemû kelem û astengiyan di rêya parêznameyên xwe ev fikir gihan gelan. Ji ber vê yekê hêzên hegemonîk tecrîd li ser wî ferz kirin ku mîna wî çênebûye û giha parêzer û malbatan û ne li gorî hemû qanûn û urfên mirovî û exlaqî ye, di nav de  ne li gorî pîvanên ku li gel civakên hêzên hegemon bi xwe de tê dîtin e.

Rexmî berdewama komplo, şer û pevçûnên ku li herêmê rû didin, reşkirin û dijberiya fikirê rêbertî fikr û felsefeya Rêber Apo di nava gelan de belav bû ku wekî xilasiya ji paşketin, berdewama şerê kor ê bi sedên salan hate dîtin. Gelan bi vê felsefe û paradîgmeyê ve hate girêdan û xwedî lê derketin, da ku asoyên projeya li gorî rêveberiyên xweser ên demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê damezirînên, ji ber vê yekê pêkhateyên herêmê bû hedef seyfên hêzên herêmê û navndewletî û alavên wêy ên cîhadîst. Dema ku bi rêya alavên xwe di tunekirina tovên vê paradîgmeyên neçar man ku bi xwe tiştên ku hatin damezirandin xirab bikin, hîna jî hewl dide bi hemû rêbazan vê projeyê tune bike û hêzên ku li ser avakirina wê dixebitin têk bibin.

Li ser asta Sûriyê, biratiya gelan û hevgirtina pêkhateyan di radeya yekem de di vê pêvajoya dijwar de pêk hat. Di demekê de ku hemû hêzên hegemon ê dewletê hewl didin bi hemû rêbazan fitne û nakokiyan di navbera pêkhateyan de biafiîrnin, hincet û siyasta "Parçe bike tê biser bikeve" ji bo pêkaîna vê hewldanê dimeşînin

Hevgirtina pêkhateyan û sekna wan a di yek xendekî de li hemberî dagirkeriya Tirk û dabeşkirina parçeya nanekî bi koçberên ji hemû deverên Sûriyê re, her wiha qebûlkirina hemûya projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk baweriya bi felsfeya netewa demokratîk xurt dike, ev yek delîlê ku fikr û felsfeya Rêber Apo serkeftina xwe di ezmûna herî zehmet a ku gelên Rojhilata Navîn tê re derbas dibe îsbat kir.

Em Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) dibînin ku dîlgirtin rêbertî sûcekî li dijî mirovahî û gelên Rojhilata Navîn e. Divê aliyên beşdarî vê komployê bûne sewqî dadgeheke adil werinkirin. Em dibînin ku domandina rewşa girtinê delîlê ku komploya navnetewî ya li dijî gelên Rojhilata Navîn hîna berdewam e. Em dibînin ku parastina Ocalan û têkoşîna ji bo bidawîkirina tecrîdê û azadkirina wî erkekî mirovî û exlaqî ye. Em bang li hemûyan dikin ku bi fikr û felsfeya Rêber Apo girêdayî bin ji ber ku rêya herî guncaw a pêkanîna aştî, jiyana hevbaş di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê de ye.

Ji Rêber Ocalan re azadî, ji komploya navnetewî û komplogeran  rebinkeftin."

ANHA

 


Mijarên Din