PYD'ê ji bo hilbijartinên li Tirkiyê piştgirî da hêzên demokratîk

Salih Muslim li ser hilbijartinên herêmê ku dê sibe li Tirkiyê destpê bike piştevahî dan hevgirtina partiyên Kurdistanî û hêzên demokratîk û got, "Tirkiyê mijara Sûriyê di propogendayên hilbijartinan de bi kar anîn, ji ber vê yekê mafê me ye der barê wê de nêrînin xwe bînin ziman."

Berdevkê Fermî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim li ser hilbijartinên herêmî ku dê sibe 31‘ê Adarê li Tirkiyê pêk were daxuyaniyek li ser malpera fermî ya PYD‘ê weşand. Muslim piştevanî bi hevgirtina partiyên Kurdistanî di hilbijartinan de anî ziman û daxuya kirin ku AKP‘ê û serokê wê Erdogan hilbijartin veguherîn mîna referendoma li ser serokatî û rewabûna sîstema wî ya ku hêzên faşîzm ê Tirkiyê dike.

Daxuyanî wiha ye:

"Sibe 31‘ê Adarê li Tirkiyê hilbijartinên herêmî pêk tên. AKP û serokê wê Erdogan ev hilbijartin veguherîn mîna referndomeke li ser serokatî û rewabûna rejîma wî ya ku hevgirtina hêzên faşîzm ên li Tirkiyê temsîl dike. Di heman demê de rejîma faşîst a Tirkiyê mijara Sûriyê, çareseriya siyasî û dagirkirina beşek ji xaka Sûriyê di kampanyaya propogendayên hilbijartinan de bi kar anî. Ji ber vê yekê mafê me ye ku em nêrînên xwe der barê bûyerên ku li gel cîranê me Tirkiyê rû dide, bînin ziman.

Rejîma Tirkiyê ya heyî ev 7 sal in li pêşiya çareseriya siyasî ya Sûriyê dibe asteng, di heman demê de ji hembûna komên terorîst ên li ser xaka Sûriyê berpirsyar e, niha jî bermahiyên DAIŞ‘ê li Idlib û Efrînê diparêze. Daxuyaniyên dawî yên rayedarên Tirkiyê niyeta wan a xirab li hemberî Sûriyê, bi taybet Bakur û Rojhilat diyar dike.

Li ser vê esasî em Partiya Yekîtiya Demokratîk (PY) em piştgiriyê didin hêzên demokratîk ên baweriya xwe ji rayedarên hikûmeta heyî ya Tirkiyê kişandine, di van hilbijartinan de em piştigriyê didin Partiya Gelan a Demokratîk û hevgirtina hêzên demokratîk ên Kurdistanî. Em hêvî dikin ku ev hevgirtin li hemberî xeteriyên li dijî gelê Kurd li herêmê dewam bike û hêviya serkeftina li hemberî faşîzm û hêzên demokratîk dixwazin."


Mijarên Din