PYD‘ê li Benderê civînek lidar xist

Rêxistina PYD‘ê ya kantona Kobanê bi civînekê geşedanên siyasî ji şêniyên bajarokê Benderê re şîrove kir.

Rêxistina PYD‘ê ya kantona Kobanê di çarçoveya rêzecivînên bi armanca nirxandina geşedanên siyasî de îro civîneke li bajaroka Bender a kantona Kobanê li dar xistin. Bi dehan şêniyên bajêr beşdarî civînê bûn.

Endamê Meclisa PYD‘ê Şewket El-Mexarî rewşa siyasî nirxand.

Şewket serkeftinên QSD‘ê yên li dijî DAIŞ‘ê silav kir û got ku ev serkeftin berhemên hevgirtina gelê herêmê ye.

El-Mexarî bal kişand ser desteka hin hêzên herêmî ji komên çete re û got: "Hin dewletên herêmî destek dan komên çete û ew li herêmên Rojhilata Navîn, bi taybet li Sûriyê bilav kir, da ku bi rêya wan projeyên xwe pêk bînin û tecrûbeya netewa demokratîk a li herêmê têk bibin, ji ber di vê projeyê de têkçûna siyasetên xwe yên dîktatorî dibînin."

Şewket di berdewama axaftina xwe de, destnîşan kir ku pêwîste gelê herêmê li hemberî kesên ku destdirêjî destkeftiyên herêmê bike rêxistin û hevgirtina xwe xurttir bikin.

Şewket di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku Sûriya di encamên mudaxeleyên dewletên derve hîna di aloziyê de ye û got: "Divê her kes nas bike ku projeya rêveberiya xweseriya û diyalogên Sûrî-Sûrî rêya xilaskirina Sûriyê ji krîzê ye."

ANHA


Mijarên Din