PYD: Şengal dê parastina xak û gelê xwe de li ber xwe bide

Meclisa Giştî ya PYD’ê tekez kir ku rihê berxwedanê yê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ser ketiye, di heman demê de Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyek ji raya giştî re weşand. Tê de komkujiya bi serê mafên gelê êzîdî de pêk hatiye, şermezar kir. Bi wê re bang li gelê Şengalê kir ku girêdanên rêxistin û parastinê xurt bike, da ku rê li hember her êrîşeke biguman bê girtin. Ji rûdanên berê dersan derxin û li dora destkeftiyên şoreşê yên gihaştine vê qonaxa pêş ên bi saya xwîna şehîdan, bicivin.

Daxuyanî wiha ye:

"Vê rojê di salvegera 5’emîn a ewrê reş ê bi serê Şengalê û gelê wê yê ewle û aştiyane pêkhatiye re derbas dibe da ku 3’yê Tebaxê bi sûcekî giran ku dîrok nikare tehemûl bike, dagire. Di vê rojê de hêzên reştarî yên tekfîrî piştî Şengal bi tenê hat hiştin bêyî alîkarî û piştevaniyê da ku çarenûsa ya reş bibînin, êrîş kirin.

DAIŞ di 10’ê Hizêrana 2014’an de êrîşî Mosilê kir û piştre di 3’yê Tebaxê de berê xwe da Şengalê da ku bi mafên ol û gel de hovîtirîn komkujiya sedsala 21’emîn  ji kuştin, tecawîzkirin, revandinê pêk bîne. Ev gotin êdî bûne parçeyeke ji bîranên gelê me yê Şengalê û birînên ku êdî nayên hev in.

 YPG korîdorên mirovî li pêş gelê sivîl vekir û ji firotin, kuştin û îşkencekirinê rizgar kir. Ji vê dîrokê de pêvajoyeke nû ji şêniyên Şengalê re dest pê kir. Ew jî bi derbasbûna hêzên Paratiya Karkerên Kurdistanê ya ku dest bi avakirina hêza xweser kir û bal kişand li ser vegera wan a xakê û parastina wê re bû.   

Ji vir şêniyên Şengalê zanîn ku êdî bêyî hêza xweser ne pêkan e li hember tu hêzên dijber li ber xwe bidin. Bi baweriya bi nirxên mirovahî, QSD’ê di serî de jin û zarok kir armanca xwe ya rizgarkirina ji pençên DAIŞ’ê. QSD’ê şerê vê rêxistina terorî dike da ku tola Şengalê û şêniyên wê rake.

Îro piştî serkeftina leşkerî li dijî DAIŞ’ê pêk hat û nexweşiya terorê ya cîhanê ji hêla QSD’ê û Koalîsyona Navdewletî ve hate şikandin, diyar e ku ev şikandin ne tenê li ser DAIŞ’ê bû. Her wiha hin hebûn ku hêviyên xwe li ser van rêxistinên terorî yên tundrew weke; DAIŞ û Heyet Tehrîr El-Şam ava kiribûn. Rejîma Tirkiyê tişta ku bi serê DAIŞ’ê de hatiye weke lêdanekê ji xwe re û hilweşanda alavekê ji alavên wê bi rêya derbasbûn û ketina li hundirê xaka Sûriyê re, dibîne.

Kiryarên ku Tirkiyê û Erdogan ên ji gefên li ser herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin, ji kîn û hêrsên li ser gelê ku planên wî yek li pey yekê yên berjewendî û berfirehkirina li Sûriyê yan jî li Iraqê hilweşandin, tên. Wî bendava ku YPG ava kiriye ji bîr nekiriye. Dûvre re jî hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê  li Herêma Kurdistanê li hember plan û binpêkirinên wî sekinin û bi berxwedaniya lehengî ew têk birin. Alîkariya Tirkiyê ji DAIŞ’ê re ne veşartiye. Konsulê Tirkiyê yê li Mosil mehekê zêdetir li gel DAIŞ’ê mêvan bû. Sînor li pêş terorîstan a ketina Sûriyê û xebata wêrankirina wê vekirî bû. Tişta ku Erdogan niha pêk tîne ew e ku hêrsa li hember hêzên gel ên hev du girtine ji "Kurd, Ereb, misilman, xiristiyan û êzîdî" û li hember teror û planên wî yên mêtîngerî sekinîne, ye. Li ser vê bingehê bihaneyan derdixe da ku êrîşî herêmên Rêveberiya Xwese a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Rihê berxwedanê yê ku niha li Şangalê belav bûye û îro bûye hêzeke ku bawerî bi xwe heye dê di parastina xak û gelê xwe de gav paş ve navêje. Ew rihê ku Bakurê Sûriyê parastiye û ji terorê rizgar kiriye. Dê li ser soza xwe parastin xak û gelê xwe be.

Em Meclisa Giştî ya PYD’ê di heman dema ku vê boneya biêş şermezar dikin, bang li gelê Şengalê dikin ku rêxistin û parastina xwe xurt bike da ku li hember êrîşên bigûman bisekinin. Her wiha jî bang li gel dikin ku dersekê ji bûyerên bûne rake û li dora destkeftiyên şoreşê yên bi saya xwîna şehîdan û kesa gel gihaştine vê qonaxê, bicivin.  Em destekê didin aştiye û dixwazin gav bavêjin ber bi merheleya ku dengên gule û topavêjan bisekine. Lê belê dev ji gel, xak û destkeftiyên xwe bernadin. Dê li ber xwe bidin da ku li ser hemû astan biparêzin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din