PYD: Serhildana 12'ê Adarê bû destpêka bilindbûna dengê azadiyê

Partiya Yekitiya Demokratîk bi boneya 18'mîn salvegera Serhildana 12'ê Adarê daxuyaniyek da û diyar kir “Serhildana 12'ê Adarê bû destpêka bilindbûna dengê azadiyê û paşxistina rejîma sîtemkarî û neteweperestiyê.”

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya 18'emîn salvegera Serhildana 12'ê Adarê (Serhildana Qamişlo) daxuyaniyek da raya giştî. Daxuyanî wiha ye:

"Piştî derbasbûna 18 salan di ser Serhildana 12'ê Adarê re, tenê em dikarin ji wê bûyerê sûdê wergirin û bînin bîra xwe ku rêbazên tundî û terora ku li dijî gelan tê kirin dê ewlehî û aramiyê pêk neyne, lê edalet û vegerandina mafên rawa yekane rêya bidestxistina ewlehiyê ye.

Di vê demê de ku piraniya civaka Sûriyê di rewşeke siyasî, aborî û ewlehî ya dijwar de dijî û herêmên wê tên dagirkirin, rayedarên Şamê hîn jî dev ji zîhniyeta xwe bernadin û nikarin gavên cidî biavêjin ji bo ku gelê Sûriyê ber bi ewlehî, aramî, avakirin û pêşketinê ve bibin.

Serhildana 12'ê Adarê bû destpêka bilindbûna dengê azadiyê û paşxistina rejîma sîtemkarî û neteweperestiyê, di encama siyasetên çewisandin, cudakarî, dûrxistin û biçûkxistinê de ku bi dehan salan li dijî Kurdan dihat meşandin. Desthilata Şamê bi dehan ciwanên me qetil kirin û bi sedan ji wan birîndar bûn û bi hezaran ji wan bi awayekî keyfî bi rêya hemleyên çewisandina sîstematîk girtin.

Partiya Yekitiya Demokratîk ji destpêka damezirandina xwe ve bi hemû hêza xwe piştgiriya vê serhildanê kiriye û gelek şehîd dane û her tim di kombûnên şoreşgerî de rol lîstiye û di çareserkirina dozên neteweyî de yekalî nebûye.

Em wek Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) vê bûyera bi êş bi bîr tînin. Em tekeziyê li ser girîngiya danîna bingeh û stûnên guncaw di nava civaka Sûriyê de û xebata ji bo aktîfkirina diyalogê bi hemû alî û gel û hêzên neteweyî yên Sûriyê  ku rê li ber metirsiyan bigirin û çareseriyên guncaw ku xizmeta projeya çareseriyeke demokratîk û Sûriyeke demokratîk û nenavendî dikin. Her wiha em bang li civaka navneteweyî dikin ku li gorî biryarên navneteweyî yên rewa li ser çareseriyê bixebitin û dagirkeriya ku ji aliyê rejîmên sîtemkar ve li Sûriyê ve tê kirin, bi taybet dagirkeriya dewleta Tirk, qebûl nekin.

Em soz didin gelê Kurd û hemû gelên Sûriyê ku bi hemû hêza xwe bi pêş bikevin û ji bo pêkanîna hemû armancên Serhildana 12'ê Adarê û avakirina civakeke demokratîk û piralî têkoşîna xwe bidomînin.

Bijî şehîdên 12'ê Adarê."

(dx)


Mijarên Din