PYD: Şoreşa 19`ê Tîrmehê tovên çareseriya aloziya Sûriyê hildigre

Meclisa PYD`ê diyar kir  ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê tovên çareseriya aloziya Sûriyê hildigre, her wiha got ew ê "Projeya ku bi xwîna şahîdan pêk hatiye, biparêzin".

Meclisas Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya savegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

PYD`ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku şoreşa 19`ê Tîrmehê di nava 7 salan de gelek gavên girîn di hêlên siysaî, civakî, leşkerî û rêveberiyê de avêtin "Tevî rewşa dorpêçkirin, amabargo û paşguhkirinê jî lê rêveberiya xwe her bûye nimûneya jiyana hevbeş a pêkhateyên Sûriyê. Ji bo deriyên hatine girtin veke serî li her awayê têkoşînê da û dengê xwe gihand rêxistin û zaziyên anvdewletî û mirovî. "

Di daxuyaniyê de hate gotin "Di hundir de jî şoreşa jinê pêk anî ku mînaka tekane ye li Rojhilata Navîn e. Ji ber ku jinan azadiya xwe di nava şoreşê de dît, pêwîst bû ku li kêleka mêran tevlî hemû qadên şoreşê bibin, lewma jin bûne sembola lehengiyê û weke lehengên ku li dijî DAIŞ`ê têkoşîn kirin û axa û mirovên xwe rizgar kirin hatin nasîn. Di hêla rêveberiyê de jî jinan bi hêza xwe  ya xweser sîstema xwe ya rêveberî, zagonsazî û dadmendiyê saz kirin, bi vê sîstemê pêdiviyên welatiyan yên tenduristî, perwerdeyê, xizmetguzarî, çandî û aborî, pêk anîn".

PYD`ê her wiha diyar kir ku pêşketina şoreşê bi hêsanî derbas nebû, ji her alî ve dijman di xwest hilweşînin "Her aliyekî, Rêveberiya Xweser û xeta wê ya siyasî ku pala xwe dide netewa demokratîk, weke metirsiyekî ditîtin, ji ber ev proje li dijî projeyên wan ên parçekirin û dagirkirina Sûriyê bû. Tirkiyê Kurd û rêveberiya xweser weke metirsiyeke mezin didît li hember projeya wê ya (Ixwanan), lewma her hewl da vê projeyê hilweşîne, sînorên xwe ji terorîstên cîhanê re vekirin û li pêşiya rêveberiya xweser girtin û dijminahiya wê kir. Bi alîkariya Rûsiyayê û hevkariyeke navdewletî Efrîn dagir kir".

Di daxuyaniyê de hate gotin ku şoreşa 19`ê Tîrmehê tovên çareseriya aloziya Sûriyê hildigre. Her wiha dê şoreş girêdayî regezên xwe yên sereke be û dê parastina gelê xwe yê ji hemû pêkhateyan bike û dê her tim deriyê danûstandinê bi hemû aliyan re vekirî bihêle ta ku aloziya Sûriyê çareser bibe.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di dawiya daxuyaniya xwe de şoreşa 19`ê Tîrmehê li hemû pêkhateyan pîroz kir û diyar kir ku ew ê her dem "Projeya ku bi xwîna şahîdan pêk hatiye, biparêzin".

(k)

ANHA


Mijarên Din