PYD: Tirkiyê ew sêwîkirin û niha jî li koçberiyê wan qetil dike

Meclisa Giştî ya PYD`ê ragihand, zarokên ku dewleta Tirk ew sêwî û koçber kirin careke din wan topbaran û qetilkirin. Her wiha PYD`ê, bêdenngiya hêz û aliyên dikarin zilma li dijî sivîlên bê guneh rakirin şermezar kir.

Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) têkildarî komkujiya ku îro artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî zarokên ji Efrînê û Şehbayê ku li bajarokê Til Rifetê dimîn, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Meclisa PYD`ê wiha ye:

"Ji destpêka ku faşîza Tirkiyê destwerdana kar û barên Sûriyê kir, îtîraf bi pîvan û yesayên navdewletî û mirovî nake, wekî ku êdî nema ferq dike, tevî vê yekê kesên sûcan û kiryarên wê rawestînin tune ne, di gel gihaşt asta ku ji xwe bawer bike ku dikare cîhanê pêk ve bixabîne.

Îro jî artêşa Tirk li dijî zarokên Til Rifetê komkujî pêk anî.Tê zanîn ku dewleta Tirk beriya 2 salan zarok sêwî û qetilkirin, di encamê de ji malên xwe bar kirin û li kampan bi cih bûn, niha jî arêtşa Tirk wan topbaran dike, her wiha li Cizîrê ya Sûriyê jî heman kiryaran pêk tîne û ji ber vê yekê gelên Sûriyê koçber bûn û Cizîrê bi cih, di nav van koçberan de gelê Efrînê hene ku ji ber kiryarên dewleta faşîst û çeteyên wê careke din neçar man koç bikin.

Faşîzma Tirk rê nade rêxistinên mirovî û dezgehên çapemeniyê ku derbasî deverên ku sûcdariyan lê pêk tîne û herêmên ku dagirkirine bibin, da ku ji dewletên cîhanê re sûcdên dermirovî, asta binpêkirinên qanûnî, yesayên navdewletî û pîvanên exlaqî ragihînin, tevî vê yekê dewleta Tirk hêj sûcan pêk tîne, mînaka vê yekê jî duh bû Hevrîn Xelef şehîd xistin û bi balafiran malbata li Qirinfilê bombebaran kirin, di heman demê de derewan li cîhanê dike, tevî vê yekê cîhan bê deng e.

Em jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne qurban, tenê rêya berxwedanê ji me re heye, ji ber vê yekê em soz didine gelên xwe ku em ê li dijî kiryarên hovane bisekinin. Di heman demê de em bêdengiya hêz û aliyên ku dikarin zulmê rakirin û rijiandina xwîna sivîlan bi destê faşîzma sedsala 21‘an rawestînin şermezar dikin."

 (eh)

ANHA


Mijarên Din