PYD`ê têkoşer Îsa Hiso û Bavê Cûdî bi bîr anîn

Li Helebê şehîdên PYD‘ê Îsa Hiso û Bavê Cûdî hatin bîranîn.

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)  her du têkoşerên partiyê Îsa Hiso yê ku di 30`yê Tîrmeha 2013`an de li bajarê Qamişlo şehîd bûye û Bavê Cûdî yê ku di 2`yê Tebaxa 2004`an de şehîd bûye bi bîr anîn.

Merasîmê bîranînê  li hola civînan a 8`ê Adarê ya taxa Şêxmeqsûd ya bajarê Helebê hate lidarxistin.

Bi dehan şênî, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl tev li merasîmê bûn. Hola civînan bi wêneyên şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilandin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Îsa Mistefa û endama Meclisa Giştî ya Jin a partiyê Nêrgiz axivîn û behsa jiyana her du şehîdan Îsa Hiso û Ehmed Hisên Bavê Cûdî kirin.

Di axaftinan de kurtejiyana her du têkoşeran, girêdana wan bi fikr û felsefeya Ocalan û têkoşîna wan ji bo xizmeta doza gelê xwe û azadiya wî hatin vegotin.

Her wiha axaftvanan destnîşan kirin ku têkoşer Îsa Hiso yê ku di destpêka avabûna partiyê de tev lê bûye, ji ber zextên cîhazên emnî û girtinê gelek zehmetî kişandin û zêdetirî 7 caran hate girton. Her wiha rastî tevahiya cureyên îşkenceya derûnî û bedenî hat. Têkoşer Îsa Hiso bi bombeyekê ku di erebeya wî de hatibû bicihkirin li bajarê Qamişlo di 30`yê Tîrmeha 2013`an de şehîd ketiye.

Axaftvanan behsa jiyana têkoşer Ehmed Hisên Bavê Cûdî kir û diyar kirin ku Bavê Cûdî ji destpêka avabûna partiyê de tev lê bûye û bi fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd hate girêdan. Bavê Cûdî di nav refên partiyê de tê dikoşe da ku zulmê li ser gelê xwe rake. Bi vê yekê dibe şehîdê partiyê yê yekemîn û di 2`yê Tebaxa 2004`an de di girtîgehên Rejîma Baas de şehîd dikeve.

Axaftvanan di dawiyê de soza şopandina rêgeza têkoşînê li ser şopa şehîdên azadiyê û rêya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xêz kiriye dan.

Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên ku banga azadiya Ocalan û silavkirina berxwedana têkoşeran bi dawî bû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din