PYD:Erka me ya exlaqî û mirovî li me ferz dike ku em li berxwe bidin

PYD'ê gefxwarinên Erdogan ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û bang li civata navdewletî û hikumeta Sûriyê kir ku bi yek rêzî ji bo têkbirina armancên Erdogan bisekinin û got:" Erka me ya exlaqî û mirovî li me ferz dike ku em heta serkeftinê li berxwe bidin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

Girêdayî gefxwarinên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyanî da.

PYD`ê  di daxuyaniyê de got:" Erka me ya exlaqî û mirovî li me ferz dike ku heta serkeftinê em li berxwe bidin."

Daxuyanî wiha ye:

'Di dema ku DAIŞ'ê nefsa xwe ya dawî li Dêrazorê û Hecînê li ser destê QSD'ê bi piştgiriya Koalîsyona Navdewletî ya li dijî terorê bi rêveberiya Amerîkayê, dikşîne Erdogan gefa êrîşan li dijî hrêmên rojhilatê Firatê dixwe û carek din şer li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê radigihîne.

Em wek Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) gefxwarinên Erdogan şermezar dikin û em wê weke berdewamkirina kiryarên astengkirina çareseriya aloziya Sûriyê di her dema ku hêviyek derkeve holê dibînin. Em tekez dikin ku hewldanên Tirkiyê di çarçoveya dirêjkirina temenê DAIŞ'ê û rêxistinên terorîst de ya ku Tirkiyê pê planên xwe yên girêdayî El-Mîsaq Milî pêk tîne û bi vê yekê hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ta bighêje başûrê Sûriyê dagir bike. Her wiha ew ji bo berdewamkirina desteka ku Tirkiyê ji komên terorîst re yên ku hovantirîn binpêkirinan der heqê gelê Sûriyê de pêk anîne, pêşkêş kiriye tê. Armanc Tirkiyê ji van gefxwarinan têkbirina ewlehî, aramî û jiyana hevbeş a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya xwîna bi hezaran şehîdan hatiye bidestxistin. Her wiha têkbirina destkeftiyên ku di nimuneya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ku baştirîn nimuneyên parastina yekîtiya xaka Sûriyê tê dîtin.

Em bang li Neteweyên Yekbûyî, Meclisa Ewlehiyê, hikumeta Şamê, Camiye El-Erebiyê, Rêxistina Hevkariya Islamî, partiyên siyasî yên Kurdî, hêzên demokratîk û ilmanî li Sûriyê û li herêmê û cîhanê û beriya her kesî li gelê Sûriyê dikin ku bi yek rêzî ji bo têkbirina armancên Tirkiyê bisekinin. Ragihandina şer li dijî herêmê berî her tiştî tê wateya ragihandina şer li hember hêzên Koalîsyonê ye û bi taybet DYA'yê.

Di dawiyê de baweriya me bi berxwedana QSD'ê û gelê me yê ku têghiştiye rastiya xwe di doza azadiyê de heye û erka me ya exlaqî û mirovî li me ferz dike ku em heta bi destxistina serkeftinê li berxwe bidin.”

(şx)


Mijarên Din