PYNK: Hindik maye ku em bigihêjin lihevkirineke giştî

PYNK`ê destnîşan kir ku “diyaloga stratejîk” a bi ENKS`ê re didomînin û diyar kir ku “Hindik maye ku bigihêjin lihevkirineke giştî ku di encamê de lêvegereke kurdî ya bilind û giştî derkeve holê.”

Pariyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) îro li ser bangewaziya fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî ya ji bo temamkirina dan û standinên di navbera wan û ENKS’ê de, daxuyaniyek da.

PYNK`ê di destpêka daxuyaniya xwe de got: “Bi însiyatîfa fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokatîk general Mezlûm Ebdî û bi çavdêriya yekser a Amerîkayê, diyaloga kurdî-kurdî dest pê kir. Derdorên kurd û kurdistanî û hevalbendên navneteweyî pêşwaziya wê yekê kir. Ji ber ku serkeftina vê diyalogê di xurtkirina îstiqrarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dê roleke girîng bilîze. Ew yek dê bibe bingeha çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê bi giştî. Diyaloga kurdî-kurdî gava yekemîn a diyaloga nîştimanî ya giştî ye.

Tevî hemû astengî û zehmetiyên ku di vê qonaxê de rastî me hatine jî, lê belê di diyalogên PYNK û ENKS`ê de li ser gelek mijaran lihevkirin çêbû.”

PYNK`ê diyar kir ku hindik maye ku bigihêjin lihevkirineke giştî ku di encamê de lêvegereke kurdî ya bilind û giştî û di biryara siyasî de serbixwe, derkeve holê û hêvî û xewnên gelê Kurd û doza wî ya adil li qada neteweyî û navneteweyî, temsîl bike.

PYNK`ê destnîşan kir ku dê serkeftina vê diyalogê ji bo doza nîştimanî û neteweyî stratejîk e û dewam dike.

Di dawiya daxuyaniyê de PYNK`ê diyar kir ku ew pabendî lihevkirinên berî niha ne û di heman demê de bang li hemû hêzên kurdî, kurdistanî, neteweyî û hevalbend kir ji bo piştgiriya diyalogên PYNK û ENKS’ê hewldanan bikin. Her wiha bang li dezgehên çapemeniyê yên kurdî kir ku her du aliyan nêzî hev bikin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din