Qada Azadî a Kobanê careke din dixemile

Komîteya Rêveberiya Bajêr û Şaredariyên Kobanê serarastkirina Qada Azadî ya li naverasta bajêr bi dawî kir.

Qada Azadî ji destpêka şoreşa Rojava ve wek qada destpêkirina şahî û boneyan tê naskirin. Şaredariya Gel a Kobanê beriya mehekê dest bi xebata sererastkirina qad û peykerê li qadê kir, ji ber ku di dema şer de gelek ziyan dîtine.

Qad li cem şêniyên Kobanê taybet û peykerê teyrik ê li jorê qadê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve rastî gelek gule û topan hat, dema rejîma Baasê û hikumeta Sûriyê qad nîşana berxwedanê bû û wê demê hikumetê nedihişt teyrik bi rengên kurdî were boyaxkirin, lewma bertekên xwe derketin û israr kir ku teyr bi rengên kesk, sor û zer were boyaxkirin.

Bi salan e wêneyên têkoşer û sembolên tevgera rizgariya Kurdistanê yên wekî Şîlan Baqî, Xebat Dêrik, Rustem Cudî û Sadiq Kobanê li qadê hatine daliqandin.

Li Kobanê her wiha peykerê Jina Azad jî heye û di 15’ê Adara 2016`an de hate vekirin. Di 15’ê Adara 2016`an de peykerê Jina Azad hate danîn, peyker ji aliyên peykersazê Kurd ê ji başûrê Kurdistanê Zîrek Mîra ve hate çêkirin û nîşana jinên qehreman ên li Kobanê li dijî  DAIŞ`ê li ber xwe dan, dike.

Peyker ji bo kesên serdana bajêr dikin bûye cihê manedayînê, li kêleka peyker 2 panzêrên DAIŞ`ê hene û nixumandî ne, ev jî nîşana ku DAIŞ`ê bi çekên xwe yên giran li pêşberî vîna jinên Kobanê têk çû.

Hesinkarê bi navê Neşet Eme peykerê fermandarê ARGK’ê Mahsûm Korkmaz (Egîd) çêkiriye û li naverasta bajarê Kobanê hatiye danîn.

(eh)

ANHA


Mijarên Din