Qamiş ji nû ve şîn dibin

Ji ber bilindbûna pleya germahiyê ya di van salên dawî de carek din qamiş şîn dibin. Şênî qamişan di gelek pêwîstiyên jiyanê de bikar tînin.

Beriya ku madeya çemento ya avahîsaziyan derkeve bikaranîna qamîş anku zîl wekî madeyeke sereke ji bo avakirin û xemilandina malan dihat bikaranîn. Qamîş li deverên nêzî çem wekî Firat û Belîxê şîn dibûn. Ne tenê di xemildan û avakirina xaniyan de dihat bi karanîn, heman demê de ji qamişan zebîlên fikiyan û nan çêdikirin.

Heta demekê bikaranîna wê hate seknandin, lê di salên dawî de ji ber bilindbûna pleya germê dîsa şîn bûn û niha dîsa vegeriyane jiyana şêniyên herêmê.

Qamiş jî yek ji şênkaniyên ku pêwîstiya wê pir bi avê heye, ew li kêleka çeman derdikeve. Li herêma Girê Spî jî li derdora çemê El-Belîx ê çêdibin. Bilindbûna wê digihije 5 metreyan.

Li aliyek din jî wekî êmên sewalan tê bi karanîn, bi taybet ji bo çêlekan. Dîsa jî çavkaniyeke baş ji aboriya gelek malbatan e.

Şêniyên kantona Girê Spî qamiş di lêkirina malên axê, çêkirina sîwanên dikanan û dikên rûniştinê de  bi kar tînin.

Apê Ferec El-Ehmed El-Muxlif ku ji şêniyê gundê El-Metlek ê kantona Girê Spî ye, di xwedîkirina çêlekan û çêkirina qamîş de dixebite. El- Muxlif diyar kir ku qamiş ji bo wan çavkaniya peydakirina pêdiviyên jiyanê ye.

Ferec wiha got: "Hin ciwanên gund qamiş ji derdora çemê Belîx berhev dikin û ji me re tînin. Em jî wê çêdikin. 3 keçên min û keçeke birayê min di çêkirina tevnan de dixebitin. Em dikarin di rojekê de 6 gurzên qamişan amade bikin, her destek bi 300 Lîreyên Sûrî ye." 

Piştî ku şênî qamişan berhev dikin, ji kesên pispor  ên di aliyê çêkirina tevnan re dişînin, ew kes ji bo her desteke qamiş heqdestê xwe 300 LS digirin.

Xwediyê dikana firotina qamişan Ferec Metlek El-Tirkî dibêje ku ew pêdiviyên lêkirinê ji beştan, derî, pencereyên hesin û qamişan difroşin.

El-Tirkî got ku her gurzek bi dirêjî û firehiya 3 û 4 metre bi hezar lîreyan heta 3 hezar LS tê firotin.

Her wiha xwediyê dikana bazirganiyê Mihemed El-Silîmî jî yek ji kesên ku pêşiya dikana xwe bi qamİşan xemilandiye, got: "Qamiş xweşikbûnê dide dikanê, her wiha ji bo parastina ji germahiyê jî tên bikaranîn.”

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din