‘Qamişlo bi şehadeta şehîd Dilgeş serbilind e’

Bi sedan şeniyên bajarê Qamişlo şehîdê YPG‘ê Dilgeş Elî (Serhed Ruha) ku di 13‘ê vî mehê de li Derazorê şehîd ketibû bi merasîmek girseyî li goristana Şehîd Delîl Saroxan spartin axê.

Îro bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo ji bo oxirkirina şehîdê YPG‘ê Dilgeş Elî (Serhed Ruha) ku di 13‘ê vî mehê de li Derazorê şehîd ketibû li goristana Şehîd Delîl Saroxan kom bûn.  Şêniyên Qamişlo cenazêyê şehîd ji morga Meclîsa Malbatên Şehîdan ya taxa Qidurbek  wergirtin û bi sloganên ‘Şehîd Namirin’ ber bi goristanê re meşiyan.  

Ewlehiya merasîmê ji aliyên hêzên Ewlekariya Hûndirîn, Hawarî û Trafîkê vê hat girtin.

 Dayika şehîd bi tilîliyan derbasî goristanê bû. Merasîm bi torana leşkerî dest pê kir, piştre axaftin hatin kirin.

‘Em ê xwedî li destkeftiyên şehîdan derkevin’

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Mihyedîn Hesen sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: “Şehîd Dilgeş beriya şehîd bikeve her tim di got; piştî rizgarkirina Baxozê ez ê vegerim Qamişlo destê dayika xwe maç bikim. Em jî dibejin Dilgeş tu serbilindî hatî bajarê xwe. Qamişlo bi te serbilinde.  Bijî ji malbata te re.  Em jî soz didin ku heya dawî xwedî li deskeftiyên şehîdan derbikevin û alan şehîda her bilind bikin.”

Li ser navê YPG‘ê Amed Qamişlo soza şopandina rêya şehîdan nû kir û got: “Heya em Rêber Apo ji zindanê dernexin sekin ji me re tune ye.”

Apê şehîd Dilgeş, Nezîr Sofî diyar kir ku bi şahadeta şehîd Dilgeş serbilind in û got: “Dilgeş rêya pakrawaniyê şopand. Em bi şahadeta wî gelekî serbilind in û îro Dilgeş bû meyvanên Egîdan.”

Nasnameya şehîd Dilgeş hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Şêniyên Qamişlo cenazeye şehîd Dilgeş din av tililîyên dayikan de spartin axê.

(mk)

ANHA


Mijarên Din