Qamişlo.. piştî perspektîfên şaneya aloziyê

Li bajarê Qamişlo piştî biryarên ku şaneya aloziya ya bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsa Koronayê dan  hemû hol, qehwexane  û navendên kombûnê hatin girtin.

Duh şaneya aloziyê bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsa Koronayê (Covid-19) gelek biryar dan. Ji wan gitina navendên kombûnê, vexwarina erkîlê, kafînet, holên sergirtî yên werzîşê û qehwexaneyan e.

Şêniyên bajarê Qamişlo îşaret bi biryarên şaniyê kirin û bi xalên baş ku dikeve xizmeta selametiya welatiyan wesf kirin.

Şêniyan banga pêkanîna van biryaran kirin.

Ebdulxenî Silêman li qehwexaneya Necim a naverasta bajarê Qamişlo dixebite anî ziman, ku piştî biryara şaneya aloziyê ya girtina qehwexaneyan wan  yekser qehwexaneye xwe  girt.  Ebdulxenî got ku biryarên şaneya aloziyê ya herêma Cizîrê gaveke baş e.

Ebdulxenî Silêman banga pêkanîna van biryan kir û got: "Divê şênî li malên xwe jî parastina xwe ji vîrûsê bikin.

Desteya Hundirîn a herêma Cizîrê ji ANHA‘yê  girîngiya pêkanîna şêniyan ji van biryaran re parve kir û got ku ew ê deste biryarên giran li dijî kesên muxalif bide meşandin.

 (eh)

ANHA


Mijarên Din