Qanûna Qeyser bandorê li herêmê dike, vekirina deriyê Til Koçerê pêwîstiyek e

Ji ber rewşa aborî ya dijwar a ji ber Qanûna Qeyserê û girtina deriyê sînor ê Til Koçerê, zêdeyî 5 milyon Sûrî li pêşberî karesteke mirovî rû bi rû ne.

Encamên Qanûna Qeyser a ku rêveberiya DYA'yê li ser Sûriyê ferz kiriye derdikeve. Ev yek bandoreke neyinî li ser jiyana welatiyan dike. Herêmên Rêveberiya Xweser ji bandora vê qanûnê nefiltî ne, nemaze piştî ku deriyê sînor ê tekane ji bo derbasbûna alîkariyan hate girtin. Deriyê di encama bikaranîna VETO devdi Konseya Ewlehiyê de hate bikaranîn.

Tevî daxuyaniyên DYA'yê ku gotibû qanûna Qeyser tenê ji bo hikumeta Sûriyê, berpirsên wê û malbata Esed e, lê herêmên Rêveberiya Xweser jî bi qanûnê bi bandor bû, ku bandoreke neyinî li jiyana şêniyan kir.

'TIŞTÊ KU DYA'YÊ GOTIBÛ LI SER ERDÊ PÊK NAYÊ'

Girêdayî vê mijarê, pisporê aborî Elaedîn Ferhan got: “Daxuyaniyên Amerîkayê li ser erdê pêk nehatin. Li gorî daxuyaniyên DYA'yê herêmên Rêveberiya Xweser Qanûna Qeyser a cezayan di nav xwe de nagire. Her wiha gotibû dê alîkariyê bide herêmê. Lê heke em rewşa jiyanî di vê demê de bişopînin em ê bînin ku tişta ku gotiye li ser erdê pêk nehat. Gelek niştecih hene nikarin pêwîstiyên xwe yên sereke bi cih bînin. Ev yek bandoreke neyinî li ewlehî û istîqara herêmê dike."

Ji şêniyên bajarê Serêkaniyê ya dagirkirî ku li navçeya Dirbêsiyê dijî Ferîd Mele Derwîş got: "Qanûna Qeyser bandoreke neyinî gelek mezin li ser rewşa me ya jiyanî kir. Ji ber bilindbûna kirya xaniyan, kel û plan û buhabûna zebze, madeyên sereke wekî nan, şîrê zarokan û dermanan em gelek zehmetiyan dikişînin. Em nizanin çi bikin. Em gelek ziyan dibînin, lê tiştek ji dest dernayê."

Xwediyê dikaneke bazirganiyê Ezîz Elî ji bajarê Hesekê destnîşan kir ku ji ber ketina nirxê lîreyê Sûrî li hemberî pereyên biyanî û bilindbûna nirxên madeyên xwarinê yên ji herêmên hikumetê yan derve tên herêmê, Qanûna Qeyser bandoreke neyinî li herêmê kir.

'QANÛNA QEYSER RASTE RAST BANDOR LI HERÊMÊN RÊVEBERIYA XWESER KIR'

Lêkolînerê Aborî Çeleng Umer diyar kir ku herêmên Rêveberiya Xweser ji encamên Qanûna Qeyser nehat îstîsnakirin û got: "Yanî encamên qanûna Qeyser a li ser Şamê wê raste rast bandor li herêmên Rêveberiya Xweser jî bike. Mînak derman peyda nabe û her tişt buha bûne. Ji ber ku madeyên xam ên ji bo çêkirina dermanan ne bi rêya Şamê nabe derbas nabe."

Ji navîna Hezîranê de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek cûre derman peyda nabe, li gel wê nirxê wan bilind bin. Şêniyên navçeya Girkê Legê nêrînên xwe bi  ANHA'yê re parve kirin.

Li gel Qanûna Qeyserê, deriyê sînor ê Til Koçerê girtî ye ku deriyê tekane yê derbasbûna alîkariyên mirovî ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Têkildarî mijarê cîgirê hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fener Giêt got: "Heta niha derî bi temamî girtî ye û sozên ji nûve vekirinê hîna hene."

Giêt diyar kir ku li herêmên Rêveberiya Xweser tevî koçber û penaberan derdora 4 heta 5 milyon mirov dijîn, ji hemû aliyên bê par in, ji ber ku hemû derî di destên hikumeta Sûriyê û dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de ne. Lewra alîkariyên mirovî  naghêjin niştecihên herêmê.

Deriyê sînor ê Til Koçer duyemîn mezintirîn deriyên sînor ê di navbera Sûriyê û Iraq de ye. Derî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikeve, 135 km dikeve bakurê rojhilatê bajarê Hesekê. YPG û YPJ'ê di dawiya cotmeha 2013'an de derî ji çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ'ê rizgar kirin.

El-Giêt bang li Rûsyaya Federal kir ku li hemberî biryara vekirina derî VETO bi kar neyîne û wiha domand: "Mijara derî mijareke  mirovî ye û dûrî siyasetê ye. Em hêvî dikin ku Rûsya vê mijarê di siyasetê de bi kar neîne. Ji ber ku hejmareke mezin a şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêwîstiyên wan bi alîkariyê heye."

Endamê Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, Filippo Grandi 18'ê Hezîranê di civîna Konseya Ewlehiyê de got: "Sala borî ji polîtîkkirina rewşa mirovî li Sûriyê heta radeyeke mezin hejmara koçberan zêde kir. Hejmara koçber û penaberan gihaşt 13. 2 milyon Sûrî. Şerê li Sûriyê derbasî sala xwe ya 10'an bûye, rexmî ku asta wê hinekî kêm bûye, lê şerê siyasî û leşkerî li hin herêman hîna heye."

Ji ber zextên Rûsya û Çînê li ser Neteweyên Yekbûyî ku di civîna Konseya Ewlehiyê  ya 10'ê Çileya sala borî de gefa bikarnîna VETO'yê xwarin, deriyê Til Koçerê hate girtin.

Her wiha deriye Remsa yê li ser sînorê Sûriyê û Urdinê hate girtin. Tenê deriyê di bin serweriya hikumeta Sûriyê û dagirkeriya Tirk de vekirî ne.

Welatiyê bi navê Ehmed El-Casim ê ji navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamoşlo da zanîn ku vekirina derî dê bandoreke erênî li rewşa wan a jiyanî bike û got: "Heke derî were vekirin dê kel û pel peyda bibin, wê alîkarî bighêje şêniyan û dê azarên şêniyên herêmê kêm bibin."

Derbarê çareseriyan de lêkolînerê aborî Çeleng Umer û pisporê aborî Elaedîn Ferhan diyar kirin ku çareserî ew e ku Rêveberiya Xweser alternatîfa  ji soz Amerîka û deriyê Til Koçerê re bibîne. Her wiha destekê bide kooperatîf û projeyên çandinî û pîşeyî yên herêmî.

Her wiha destnîşan kirin ku tedbîrên ku Rêveberiya Xweser ji bo derbaskirina vê pêvajoya erênî ne, navedên firotinê hatin vekirin. Mûçeyên karmendan zêde kirin, lê pêwîste destekê zêdetir bike û fişareke mezintir ji bo vekirina deriyê Til Koçer bike. Ji ber ku girtina derî dê kareseteke mezin bi xwe re bîne.

ANHA


Mijarên Din