​​​​​​​Qanûna Qeyser û bandora xwe li ser Sûriyê

Bi destpêka sala 2020`an re guhertin di taktîkên aloziya Sûriyê de pêk hatin. Li gel şerê hêzên cîhanî û herêmî li ser erdê, bi nêzîkbûna pêkanîna Qanûna Qeyser re şer gurtir dibe. Qanûna Qeyser çi ye û dê bandorê li kê bike?

Vê dawiyê mijara nêzîkbûna pêkanîna Qanûna Qeyser anku bi navê tê naskirin ‘Qanûna Sezar’ ku DYA`yê ji bo zextê li hikumeta Esed derxistiye, ketiye rojevê.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Geraldine Griffiths di daxuyaniyên çapemeniyê yên berê de daxuyandibû ku "Qanûna Qeyser dê di Hezîrana bê de bikeve meriyetê.”

QANÛNA QEYSER ÇI YE?

Serokê Amerîkayê Donald Trump di 20`ê Kanûna 2019`an de qanûnek îmze kir ku cezayan li ser hikumeta Esed û piştevanên wê ferz bike. Li gorî rêvberiya  Amerîkayê, dê ev yek ji ber sûcên şer ku hikumeta Esed û alîgirên wê li welêt pêk anîne,  bê kirin.

Qanûn bi 738 milyar dolaran dikeve nava projeyên qanûna hevsengiya parastinê ya Amerîkayê ya sala 2020`an û ji aliyê kongresê ve hatiye erêkirin.

Li gorî qanûnê, ceza li ser hikumeta Esed, kesyatên leşkerî, ewlehî û siyasî yên navdar û piştevanên Esed ên navneteweyî û di serî de artêşa Rûsyayê li Sûriyê û hêzên nîvleşkerî yên Îranê ku alîkariya hikumetê dikin, tên ferzkirin. Her wiha şerîketên enerjiyê ku hewl didin di qada petrolê ya Sûriyê de kar bikin, heke hewl bi tu şêwazan piştgiriya hikumetê bikin dê bikevin nava lîsteya cezayan.

Her wiha dê qanûn cezayan li ser biyaniyên ku destê wan di fînansekirina diravî yan teknîkî yên saziyên hikumeta Sûriyê de hene, kesayetên leşkerî yên girêdar, hêzên ku li şûna hikumeta Sûriyê, Rûsya yan Îranê şer dikin, her kesê ku berê cezayên taybet bi Sûriyê li ser wan jî hatibûn ferzkirin, her kesên ku piştgiriya diravî, teknîkî yan jî agahiyên ku alîkariyên didin sererastkirin an berfirehkirina berhemdariya herêmî wekî gaz, petrolê û hwd.. dane Sûriyê û yên balafir, parçeyên balafiran an jî xizmetên firînê yên girêdayî armancên leşkerî li Sûriyê dane, ferz bike.

Her wiha ji ber binpêkirina li dijî mafên mirovan li dijî sivîlan an malbatên wan, lîsteya cezayan rayedaran jî digire nava xwe.

Qanûna Qeyser komeke kesayetên ku dê ceza li wan bên ferzkirin, diyar dike ku di nava wan de Beşar Esed, serokê wezîr û cîgirê wê, fermandarê hêzên çekdar ên bejahî, deryayî û îstixbaratê, rayedarên Wezareta Hundirîn wekî rêveberiya ewlehiya siyasî, îstixbaratê û polîsan, fermandarê Furqeya 4`an, Heres Cimhûrî, berpirsên girtîgehan û serokên beşên ewlehiyê, hene.

Zagon bi navê "Qanûna Qeyser a parastina  sivîlên Sûriyê" li ser  navê wênekêşê leşkerî yê Sûriyê yê berê yê bi navê "Qeyser", hatiye binavkirin ku ji artêşê veqetiya û bi hezaran wêneyên cenazeyên qurbaniyên ku rastî êşkenceyê hatibûn, parve kir.

Qeyser piştre li Kongreyê wêneyan nîşanî komîteyeke guhdarkirinê dide. Her wiha tîmeke lêpirsînê ya navdewletî ji bo lêkolînkirina sûcên şer ên li Sûriyê pêk hatine û piştrastkirina wêneyan, hate avakirin.

WASHINGTON BI RÊYA QEYSER ÇI ARMANC DIKE?

Têkildarî armancên DYA`yê ji van cezayan, nivîskar û rayedarê Pentagonê yê berê Michael Robin ji ANHA`yê re axivî û wiha da zanîn: "Endamên her du partiyên sereke "Demokratîk, Cimhûrî" ji êrişên Beşar Esed li dijî sivîlan bi hêrs in. Projeya vê qanûnê (heke bi tena xwe bibe qanûn an jî bikeve nava qanûna pejrandina parastina niştîmanî), projeyeke sembolîk e, lê belê armanc dike ku di dema ji nû ve avakirina Sûriyê de ji aliyê civaka navneteweyî ve, pereyên Amerîkayê ji bo El-Esed neyên şandin."

Robin wiha lê zêde kir: "Doza ku niha tê nîqaşkirin, doza bi dehan milyarên dolaran e ku Neteweyên Yekbûyî NY`yî û rêxistinên navneteweyî yên din dê ji bo ji nû ve avakirina Sûriyê xerc bikin. Beşar Esed serokê Sûriyê ye û wekî tê zanîn NY`yî bi hikumetan re eleqedar e. Lewra Qanûna Qeyser tê  wateya ku pereyên Amerîkayê ku dê ji bo NY`yî yan cihekî din bên dayîn nabe ku bikevin destê hikumeta Sûriyê. Bi şêweyê ku Kongresa  Amerîkayê lê dinêre, ew naxwazin ku li ser sûcên Esed pêk anîne wî xelat bikin."

ZIRARÊN QEYSER LI SER GARANTORÊN ASTANAYÊ

Piştî ku Rûsya rêveçûneke nû ji aloziya Sûriyê re di bin navê Astanayê de çêkir û aramanc kir ku altarantîfa Cinêvê be,  serweriya gelek rûberên girîng ên xaka Sûriyê kir.

Rûsya bi rêya vegerandina têkiliyên bi gelek dewletên Ereban û dewletên  biyanî re wekî berê, hewl da ku alîkariya hikumeta Sûriyê bike.

Hin raporên dema borî behsa vegera têkiliyên di navbera Erebistana Siûdiyê, Îmaratê û dewletên Ereban û dewletên biyanî de kir, lê belê ji ber redkirina Amerîkayê ew yek hat rawestandin.

Qanûna Qeyser rêgirtina li pêşiya tevgerên ku dan û standin an jî piştevaniya aboriyê bi hikumeta Sûriyê re armanc dike, hedef dike.

Têkildarî mijarê, lêkolîner û şîrovekarê siyasî yê Sûriyê Samir Xilyewî ji ANHA’yê re daxuyand ku Qanûna Qeyser ne tenê bi taybet li hember dewletên garantor ên Astanayê ye, lê belê dibe ku li dijî her dewlet an koalîsyoneke ne li gorî DYA`yê, jê sûd bê girtin.

Xilyewî diyar kir ku Amerîka dikare bi rêya Qanûna  Qeyserê dest li berjewendiyên dewletên dîtir werde û kontrol bike,  bi hinceta binpêkirina wan dewletan ji Qanûna Qeyserê re û wiha berdewam kir: "Ji Lewra em dikarin bêjin ku qanûn rêbazeke pêkanîna armancên Amerîkayê ye û ne ji bo lawazkirin an jî hilweşîna rejîmê ye. Ji ber ku bi rastî jî cezayên Amerîkayê û dewletên biyanî li ser rejîma Esed hene, lê tevî zerara ku gihandiyê jî, rejîm helneweşandiye."

'CEZA LAWAZBÛNA DYA’YÊ DI DOSYAYA SÛRIYÊ DE NÎŞAN DIDE'

Dektorê zanistên siyasî li Zanîngeha Lozanê Joseph Zahir jî bi nêrîneke din li mijarê dinêre. Dr. Joseph Zahir dibîne ku ev ceza lawazbûna DYA’yê di dosyaya Sûriyê de bi taybetî têkildarî serweriya Rûsya, Îran û Tirkiyê di hundirê Sûriyê de, nîşan dide. DYA dixwaze hêdî hêdî di aliyê leşkerî û siyasî di ji Sûriyê vekişe, lewra cezayan wekî çek bi kar tîne.

Joseph Zahir anî ziman ku Amerîka, Sûriyê zêde girîng nabîne û ew dikarin ji derve destwerdanê bikin û rê li pêşiya belavbûna Îranê û hevalbendên wê li Sûriyê bigire. Her wiha heta di vê rewşê de, Îsraîlê bi vê armancê erkdar dike."

'DIVÊ HÊZÊN HIKUMETÊ Û ÇETEYÊN TIRKIYÊ BI FIKAR BIN'

Têkildarî komên ku dê zerarê ji van cezayan bibînin jî,  Michael Robin wiha got: "Heke qanûn li dijî yên ku mafên mirovan binpê dikin be, divê rejîma Esed û hêzên Sûriyê yên piştgiriyê ji Tirkiyê digirin bi fikar bin."

ENCAMÊN QANÛNÊ

Têkildarî encamên Qanûna Qeyser, lêkolîner û şîrovekarê siyasî yê Sûriyê Samir Xilyewî wiha da zanîn: "Heke Amerîka cidî be dê bandorên mezin li rejîma Esed çêbin. Lê texmîn dikim ku Amerîka bi rêya Qanûna Qeyser dixwaze rejîma Esed li gorî berjewendî û armancên xwe tevger bike, bi wê re jî xeteriya hilweşînê radike. Di radeya yekemîn de berjewendiyên Amerîka û Îsraîlê û di radeya  duyemîn de jî berjewendiya hevalbedên Amerîkayê, jê re girîng e."

Tevî ku Joseph Zahir bandorên cezayan kêm dibîne jî, diyar kir ku divê îtiraf bi wê yekê bê kirin ku dê Qanûna Qeyser bê pirsgirêkên civakî û aborî li Sûriyê zêdetir bike. Her wiha dibe  ku komên ceza li wan hatine ferzkirin, xizantiyan hin beşên civaka Sûriyê mayînde bike û astengiyeke din li pêşiya geşkirina aboriyê di pêşerojê de derxe."

Joseph Zahir wiha pê de çû: "Sepandina cezayên giştî yên berfireh li Sûriyê bi rêya projeya Qanûna Qeyserê dê bandoreke mezin li vegerandina çalakiyên pîşeazî û çandiniyê bike, ku berê ji ber cezayên heyî yên Amerîka û Yekitiya Ewropayê zerar dîtine. Her wiha tê texmînkirin ku tevî sînordarbûna wê, kedên ji nû ve avakirina Sûriyê asteng bike. Ji ber ku ev proje her du beşên avahî û xizmetguzariyên endazyariyê hedef digire."

BANDORA CEZAYAN LI SER HERÊMÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

Bi nêzbûna pêkanîna Qanûna Qeyser re gelek analîzên têkildarî bandorên qanûnê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derketin.  Joseph Zahir li ser mijarê wiha dibêje:  "Tu bandorên eşkere di asta aborî de li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar nakin. Her wiha dewletên biyanî tu pereyên mezin di vê herêmê de bi kar naynin, ji ber ev herêm di bin gefên Tirkiyê û rêveberiya hikumeta Sûriyê de ye."

Samir Xilyewî têkildarî heman mijarê wiha got: "Dê Qanûna Qeyser bandorê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê neke. Ji ber wekî tê eşkerekirin, qanûn li dijî Esed, hevlabend û piştevanên wî ne û ne li dijî aliyên dijberî Esed in. Amerîka dikare dewletên ku dixwazin alîkariya Esed bikin, kontrol bike. Anku bi wateyeke din bêyî ku Amerîka destûrê bide, dê tu alîkarî yan piştgiriyekê ji bo Esed qebûl neke."

(cx-fr)

ANHA


Mijarên Din

Têkiliyên di navbera