​​​​​​​Qebîleya Welde: Divê eşîrên Ereb xeteriyê ferq bikin û li dora QSD’ê kom bibin

Şêx Ebdullatîf El-Ferec got: "Hedefgirtina şêx Metşer El-Hefel hewldaneke derxistina fitneyê ye û karekî tirsonek ji bo hedefgirtina tevna civakî û biratiya gelan a pêkhateyên herêmê ye. Divê eşîrên Ereb ên herêmê xeteriya qonaxê ferq bikin û li dor QSD`ê kom bibin."

Ji destpêka rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve û heta niha, kesayetên welatparêz û sembolên eşîrên ku banga xurtkirina têkilî û biratiya gelan dikin, têne hedefgirtin. Armanca wê yekê têkbirina îstiqrara herêmê û şikandina îradeya gelê herêmê ye. Gelek şêxên eşîran li Reqayê û Dêrazorê hatin hedefgirtin, lê belê hewldanên jihevxistina girêdana eşîran vala bi ser neketin.

Di vê der barê de, ANHA’yê bi yek ji êlên mezintirîn qebîleyên herêmê Qebîleya Welde şêx Ebdullatîf El-Ferec re hevpeyvîne çêkir. El-Ferec helwesta eşîrên Erebî ya li ser hedefgirtinên li Dêrazorê û kuştina şêxê eşîra El-Igêdat Metşer El-Hemûd El-Cedan El-Hefel di 2`ê vê mehê de, eşkere kir.

El-Ferec di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji hemû eşîrên Erebî re xwest û kuştina şêx El-Hefel bi wendahiyeke mezin ji bo herêmê bi nav kir û wiha got: "Hêzên tarî şêx Metşer kirin hedef. Wan bawer dikir ku dê bi vê yekê tevna civakî û biratiya di navbera eşîrên Erebî yên herêmê de, ji hev bixin û îstiqrara herêmê bi rêya hedefgirtina êl û şêxên eşîran têk bibin."

‘HIN HÊZÊN HERÊMÎ JI HEVGIRTINA PÊKHATEYÊN HERÊMÊ DITIRSIN’

Ebdullatîf El-Ferec bal kişand ser hêzên li pişt van karên tirsonek û wiha got: "Piştî ku hêzên QSD`ê herêmên me rizgar kir û bi ewle kir, hin hêzên herêmî ji hevgirtina pêkhateyên herêmê tirsîn. DAIŞ, rejîma Sûriyê, mîlîsên Îranê û dewleta Tirk hevkarên vê planê ne û hewl didin ku tevlîheviyê bixin navbera eşîrên Erebî û hêzên QSD`ê ku çeteyên DAIŞ`ê tune kir."

Di 2`ê Mijdara 2018`an de yek ji berztirîn şêxên eşîra El-Evadîle ya bajarê Reqayê şêx Beşîr Feysel El-Hiwêdî hate hedefgirtin. Her wiha di 31`ê Tîrmeha borî de berdevkê eşîra El-Igêdat Silêman El-Qesar li Dêrazorê hatibû hedefgirtin.

‘DIVÊ HAYA ME JI HESASBÛN Û XETERIYA QONAXA HEYÎ HEBE"

El-Ferec bang li pêkhateyên eşîra El-Igêdat kir û got: "Em bang li mirovên xwe yên eşîra El-Igêdat dikin ku xeteriya qonaxa heyî û hesasbûna wê ferq bikin. Ji ber herêmê ber bi kortekê ve dibin. Em wekî eşîrên Reqayê tekez dikin ku em ê berpirsên vê karê tirsonek eşkere bikin."

El-Ferec di dawiya axaftina xwe de ji hemû eşîrên Ereb ên Dêrazorê, Hesekê û Reqayê xwest ku li dora hêzên QSD`ê kom bibin û ji bo tunekirina terorê û aliyên ku ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xerab dikin, hevkariyê bi QSD`ê re bikin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din