Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pirrengiya çandî, neteweyî û olî heye, ji ber tê de Kurd, Ereb, Sûryan, Asûr, Êzidî û gelek pêkhateyên dîtir hene. Her wiha di piranî êrişên ku li wan herêman çêbûne de, hewl dan ku ew herêm bibin qada şer û tevgerîna fîtneyên mezhebî.
Lê cudahiya taybetmendiya bingehîn ya van herêman ji tevahî herêmên Sûriyê ew e ku pêkhateyên herêmê bi hev re jiyaneke aştî li ser binyada biratiya gelan dijîn û ev yek jî di sekna li hember tevahî hêzên ku êrişên herêmê kirine, di serî de jî çeteyên DAIŞ’ê, eşkere bû.
Her wiha pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî duyemîn bihêztirîn dewleta NATO’yê şer dike, ew jî dewleta Tirk a dagirker re, pêkhate nahêlin dewleta Tirk bi pêş bikeve û hevgirtina bi hezaran salan têk bibe.
HEVBIGIRTINEKE XWEZAYÎ YE
Şêxekî Qebîleya Zybeyd a Ereb a li navçeya Dirbêsiyê, Şêx Raxib Beşar Faris wiha got: "Jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bi taybet li herêma Cizîrê bi taybet, têkiliyeke hevgirtinî ye."
Faris wiha domand: "Jiyana Hevbeş a di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xwezayî ye."
ꞌPARASTINA HEVGIRTINÊꞌ
Şêx Raxib Faris îşaret bi siyaseta parçekirinê ya ku piştî krîza Sûriyê kir û wiha gotina xwe dewam kir: "Bi saya têgihiştina pêkhateyên herêmê ji rewşenbîr û rûspiyên eşîran, me parastina hevgirtina xwe kir nexasim piştî projeya Neteweyî Demokratîk ket pratîkê."
ꞌBI SAYA HEVGIRTINÊ ME PARASTINA EWLEHIYÊ KIRꞌ
Gelek aliyan xwestin fitneyan di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derxin nexasim piştî li herêmê hêzeke taybet û Rêveberiya Xweser hatin avakirin.
Şêx Raxib Faris di vê çarçoveyê de got ku bi saya hevgirtin û zanîna van pêkhateyan parastina ewlehî û aramiyê hate kirin û dawî li rêxistinên terorîst û DAIŞ`ê anîn, isbata vê yekê jî ew e ku di hemû goristanan de şehîd ji tevahî pêkhateyan hene.
Di dawiyê de şêx Raxib Faris ê qebîleya Zubeyd bang li hemû şêxên eşîran kir ku yekitiya xwe ava bikin û li dijî êrişên Tirkiyê bisekinin û piştgiriya QSD`ê bikin.
(eh)
ANHA