Qeftan: Tirkiyê hewl dide ewlehiya herêmê tê bibe, lê biser nakve

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan di panelek siyasî de ku li navçeya Sirînê ya başûrê bajarê Kobanê li dar ketiye, axivî û got Tirkiyê armanc dike ewlehiya herêmê bihejîne. Her wiha anî ziman kir ku dê binkeve mîna ku li Minbicê bi binketiye.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li navçeya Sirînê ya girêdayî kantona Kobanê panelek siyasê li dar xist. Di panelê de serokê partiyê Ibrahîm Qeftan û rêveberê Buroya Giştî ya partiyê Elî Hemîdî axivîn. Bi dehan şêniyên navçeyê tev li panelê bûn. Di panelê de rêveberên partiyê pêşketinên siyasî yên dawîn ku li herêmê rû didin şîrove kirin.

Serokê partiyê Ibrahîm El-Qeftan di panelê de û behsa gefên Tirkiyê yên dawîn li hember herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: "Dewleta Tirk li Minbicê hewl da û bi binket û ew dê di gefên xwe yên dawîn de bi binkeve."

Qeftan wiha domand: "Tirkiyê ji ber siyaseta AKP`ê, têkiliyên wê bi piraniya dewletên cîhanê re paşde çûne. AKP`ê bi rêya milîsên xwe yên tundrew mîna DAIŞ, Cebhet El-Nusra û gelek komên din hewl dide Rojhilata Navîn kontrol bike.

Di nav axaftina xwe de Qeftan got: "Hikumetên ku berê ev herêmê serwer kirine, fikrê netewperestî û tevilheviyê di navbera gelan de diçandin. Niha jî dewleta Tirk bi rêya gefên xwe hewl dide pêk bîne."

Tirkiyê ji çend rojan ve hêzên xwe li sînorên xwe bi Sûriyê re kom dike û gefa êrîşan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Ew jî rastî nerazîbûnên gelêrî hat, bi sedan şênî daketin qadan û li ser sînor çalakiyên konvedanê li dar xistin.

Qeftan destnîşan kir ku Partiya Pêşerojê ya Sûriyê gefên dewleta Tirk qebûl nake. Tirkiyê bi rêya gefên xwe hejandina ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyî armanc dike.

Di dawiyê de Qeftan got, ew hertim dibêjin Şam qubleya wan e lê hikumeta Sûrî çerx ava dike û li gorî siyaseta navendîbûnê tev digere, ev jî piştî aloziyê nayê qebûlkirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din