Qeter hewl dide nakokiyên bi welatên kendavê re derbas bike

Wezîrê karên derve yê Qeterê şêx Mihemed Bin Ebdulruhmen El-Sanî piştrast kir ku hewldanên derbaskirina nakokiyên dîplomatîk ên bi dewletên din ên Kendavê re hene.

Wezîrê Qeterê îro got: “Li heremê tevgerên ber bi derbaskirina nakokiyên dîplomatîk yên li herêma Kendavê ve, heye"

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Erebistana Siûdî, Îmarat, Behreyn û Misirê di Hezîrana 2017́`an de ragihandibû ku ew ê têkiliyên xwe bi Qatarê re qut bikin û dorpêçê li ser wê ferz bikin. Li aliyekî din Amerîka û Kiwêt hewl didin vê nakokiyên dîplomatîk û bazirganiyê bi dawî bikin.

 (dm)


Mijarên Din