​​​​​​​Qeymeqamê Amêdiyê nehişt şandeya ewropî bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bike

Şandeyeke Ewropayê ku dixwest ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî yên ji aliyê dewleta Tirk ve li Başûrê Kurdistanê tên bikaranîn biçe gundê Hîror û Kanîmasiyê, lê ji aliyê qeymeqamê navçeya Amêdiyê ve hat astengkirin. Endamên şandeyê bang li hikumeta Başûr kir ku bihêlin ew bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bikin.

Şandeyeke ku ji Ewropayê ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî yên ji dema Helebceyê heya niha ve li Başûrê Kurdistanê hatine bikaranîn, lêkolîn bike, serdana Başûrê Kurdistanê kir.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, şande ji pisporên biyolojiyê Jan Van Aken û Josef Savary ku endamên Rêxistina Bijîşkên Navneteweyî ji bo Pêşîlêgirtina Şerê Nukleerî ne, pêk dihat.

Şandeyê serdana ofîsa parlamentoya Başûrê Kurdistanê ya li Silêmaniyê kir û bi serokê ofîsê re civiya. Şandeyê di civîna xwe de behsa bikaranîna çekên qedexekirî û kîmyewî yên li Başûrê Kurdistanê tên bikaranîn kir.

Piştî civînê daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn. Endamê Lijneya Asayîş û Pêşmerge ya parlamentoya Başûr Osman Sêderî axivî û got: “Em bixêrhatina şandeya ji Yekitiya Ewropayê ku ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî ên ji serdema Helebce heya niha li ser xaka Kurdistan hatine bikaranîn, dikin.”

Piştî wê Jan Van Aken ku 25 sal e li ser çekên kîmyewî lêkolînan dike, got: “Me hefteya borî serdana bîrdariya Enfal a li Çemçemal û Helebceyê kir. Her wiha serdana navçeya Amêdiyê jî kir û me hewl de xwe bigihînin gundê Hîror û Kanî Masî. Ji ber ku li gorî hinek raporên gihaştine ber destê me, li wan deran çekên kîmyewî tên bikaranîn. Me xwest lêkolîn bikin û belgeyan bi dest bixin. Me xwest bi qurbaniyek çekên kîmyewî ê bi navê Hacî Abdula re biaxivin. Lê qeymeqamê Amêdiyê rê neda û nehişt em lêkolînê bikin.

Bang li hikumeta Herêma Kurdistanê dikim, ji Neteweyên Yekbûyî bixwazin bikaranîna çekên kîmyewî were lêkolînkirin û piştre raporê radestî rêxistina çekên qedexekirî were kirin.

Dîsa bang li hikumeta Herêma Kurdistanê dikin, ji bo ku karesateke din weke Helebce dubare nebe, bihêlin em bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bikin.”


Mijarên Din