Qeyrana aborî ya li Sûriyê rastiya zihniyeta desthilatdar nîşan dide

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re beriya 10 salan, rewşa aboriyê ya xirab bû rojeva hem welatiyên Sûriyê hem jî çapemeniya hundir û derve. Gelek caran têkçûna aboriyê bi mercên şer ve hate girêdan, lê belê rewşa aboriyê beriya aloziyê jî ne baş bû.

Pênasekirina rast a aboriyê peydakirina pêdiviyên madî yên sereke ji bo civakê ye û dûrî têgeha qezenckirinê ye. Lê belê li Sûriyê em dikarin aboriyê bi serweriya aliyekî destehilatdar li ser berheman bi nav bikin, ku bi rêya kontrolkirina çavkaniyên pêdiviyên sereke yên civakê armanc dikin ku civakê kontrol bikin.

Li gorî BBC`ê, petrol nêzî ji sedî 25 ji dahata Sûriyê ye û di sala 2010`an de bi qasî 3.2 bilyon dolar bû, li gorî ragirtinên enerjiyê di sala 2010`an de petrol bi qasî 2.5 bilyon bermîl e.

Lê belê petrol nediket nava pereyên dewleta Sûriyê, dewletê digot petrol di destên bi ewle de ye. Lê belê heta niha gelê Sûriyê nizane ew destên ewle kî ne.

Ev hejmar têrê dikin ku bal li ser dewlemendiya Sûriyê bê kişandin, ku gelek pirsporên aboriyê Sûriyê wekî yek ji welatên herî dewlemend li Rojhilata Navîn û cîhana erebî dihesibînin.

Ev yek ji derveyî qezencên ji çandinî, dergeh û tûrîzmê ku dikevin sindoqa pereyên dewletê ye.

Tevî wê jî hîna welatiyên Sûriyê li pey paryekî nan dibezin û nikarin pêdiviyên xwe yên sereke peyda bikin.

Pirsgirêka li Sûriyê ne pirsgirêka aboriyê ye, lê belê pirsgirêka zihniyeta hikumeta desthilatdar e û aboriya têkçûyî tenê vê yekê rave dike û encama zihniyeteke li ser esasê desthilat, tunekirin û înkarkirinê ye.

Desthilata li Sûriyê hemû saziyên hikumetê kontrol kir û bi rêya qanûnan her tim hewl da sedemên qanûnî ji diziyê ku ji gelê Sûriyê dike re bibîne.

Mînak, pereyên ku welatiyên Sûriyê li cihên giştî didan, dikevin berîka mala Mexlûf ku wê demê ew bankê malbata El-Esed bûn li Sûriyê. Heta ku di 2020`an de têkiliyên di navbera wan de xirab bû. Her wiha hin derdor behsa nakokiya bi malbata El-Exres (malbata hevjîna Beşar El-Exres, Esmaa El-Esed) re dikin.

Dewletê ji berê ve û heta niha sîstemekê dimeşîne ku welatiyan neçar bike ku bertîlan hem bidin û hem bibin.

Heke welatiyekî Sûriyê bixwaze bibe karmendekî dewleta Sûriyê çiqasî jêr û jêhatî be û asta wî ya xwendinê bilind be jî, ew neçar e ku bertîlan bide da ku peywirekê bi dest bixe. Heke bi dest xist jî, ew neçar e ku bertîlan bistîne ji ber ku mûçeya wî, wê têrê neke. Bi gotineke din, dema ku derbasî saziyeke dewletê bibe tu neçarî bertîlan bibe ya bide.

Helbet, dewlet qaşo bi rola çavdêr radibe, ji hinekan hesabê dixwaze û çavên xwe li hinekan digire. Wekî ku ew ne barpirsa wê sîstema gendeliyê ye.

Her wiha kesên ku dixwazin di saziyên dewletê de peywirekê bigirin, dewlet yekser wan neçarî tevlêbûna Partiya Baasê dike. Heke red bike jî dê ji karmendiyê bê par bimîne.

Dewletê her wiha li piraniya herêmên Sûriyê bi awayekî sîstematîk siyaseta birçîkirinê meşand. Mînak, dewletê gelek ciwanên Elewî yên li beravên Sûriyê neçar kir ku tev li refên artêşê li herêmên ku tê de ne çandî û ne pîşesazî heye, bibin.

Li herêmên Kurdan jî, dewletê bi rêya bazirganên xwe ku kontrola sûkên mezin dikin çandinî xist bin destê xwe. Wan siyasetan Kurdên li Efrîn, Kobanê û Cizîrê neçar kir ku berê xwe bidin Heleb, Şam an Humisê û bi wê yekê asîmlekirina çandî meşand.

Mînaka herî ber bi çav a wê yekê herêma Efrînê ye ku bi çandiniyê navdar e, lê belê dergehên sînorî li Ezaz û Idlibê bûn.

Tevî ku herêma Efrînê bi taybetî navçeya Şêrawa bi şûnwaran dewlemende jî, lê belê dewletê berê hemû tûrîzman dida Ugarit a li bajarê Lazîqiyê ku cihê malbata El-Esed e û herêmên Kurdan hemû ji qezenên tûrîzmê hem jî ji vekirina li cîhanê bê par hişt.

Bi kurt û kurmancî, desthilata Sûriyê berhemên welat wekî rêbazekê ji bo neçarkirina gel ku bikevin bin bandora desthilatê û serweriya li ser meylên wan ên siyasî, bi kar anî û hîna ev yek heta roja îro dewam dike.

Helbet, şerê ku di Bihara 2011`an de dest pê kiriye bandoreke bi tehlûke li rewşa aboriyê kir. Lê belê rewşa aboriyê beriya şer jî ji niha ne çêtir bû û welatiyên Sûriyê ji jiyaneke bi rûmet bê par mabûn. Her wiha li gorî berhemên heyî li Sûriyê welatiyan tenê hin tişt bi dest dixist.

Bi kurtahî, heke dewleta Sûriyê hemû milyarên cîhanê jî bi dest bixe, dê gelê Sûriyê dîsa xizan bimîne. Dê dewlet her tim propagnade bike ku bi Îsraîlê re di nava şer de û piraniya pereyên dewletê li artêşê tên xerckirin.

Pirsgirêka aboriyê li Sûriyê bêyî guhertineke rastîn û bingehîn di zihniyeta desthilatê de ne pêkane ku çareser bibe.

Ji lew re, pêwîstiya gelê Sûriyê bi rêveberiyeke demokratîk heye ku bingeha desthilata mutlaq ji xwe re esas nagire, berheman bi awayekî adil belav bike, derfetan ji her kesî re peyda bike û têkoşîna li dijî gendeliyê bike.

(cx)

ANHA