Qibris: Divê YE'ê helwesta xwe ya li hemberî Tirkiyê bike yek

Wezîrê Parastinê yê Qibrisê bang li Yekitiya Ewropayê kir ku "Peyamek diyarker" ji Tirkiyê re bişîne, tê de yekbûna helwesta xwe ya derbarê çalakiyên wê yên neqanûnî de li Rojhilata Navîn piştrast bike.

Wezîrê Parastinê yê Qibrisê, Charalambos Petrides, diyar kir ku ji ber berdewamiya provokasyonên Tirkiyê rewşa rojhilatê Deryaya Navîn fikaran çêdike.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Qibrisê, Wezîrê Parastinê yê Qibrisî got ku ji ber kirinên Tirkiyê yên lêgerîna gaz û petrolê li rojhilatê deryaya Spî, welatê wî di dema dawî de gelek nameyên pştgirî û piştgiriyê girtiye.

Petrides bang li Yekitiya Ewropayê kir ku "Peyamek diyarker" ji Tirkiyê re bişîne, ku yekbûna helwesta xwe derbarê çalakiyên wê yên neqanûnî de li Rojhilata Navîn piştrast bike.


Mijarên Din