Qibris: Tirkiye ji ber serhişkiya xwe diyalogê têk dibe

Serokomarê Qibrisê Nikos Anastasiades got, Tirkiye li Deryaya  Spî yekalî tevdigere, ev yek diyar dike ku Tirkiye ji ber serhişkiya xwe diyalogê têk dibe.

Serokomarê Qibrisê Nikos Anastasiades di civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, got ku dabeşbûna Qibrisê ji ber bêtehemuliya Tirkiyê çêdibe û anî ziman ku Tirkiye ji ber siyaseta serhişkiya xwe diyalogê têk dibe.

Her wiha got: "Tirkiyê qezencên ku ji erdê Qibrisê derxîne, nade qibrisiyan, lê dixwaze dabeşbûna Qibrisê bi awayekî daîmî bisepîne."

Serokkomarê Qibirsê diyar kir ku ew amade ye beşdarî diyalogên avakar bi Tirkiyê re bibe û li gorî biryarên dadgeha navneteweyî tevbigire.  Her wiha destnîşan kir ku kesên ku Tirkiyê li beşê dagirkirî bi cih kirine ji hejmara niştecihên wê bêtir e.

Anastasiades got, Tirkiyê mafên Qibrisê li rojhilatê Deryaya Spî desteser kiriye, Sûriye dagir kir û destwerdanê li Lîbyayê dike. Her wiha banga pêkanîna kampanyayên navdewletî li dijî Tirkiyê kir.


Mijarên Din