Qonax û detayên bandora cezayên DYA`yê yên li ser Îranê

Di salên dawîn de li herêmê şoreş û aloziyên hundirîn rû dan. Di encamê de guhertinên bingehîn tevî tevliheviyê li herêmê çêbûn. Vê jî zemînek ji hindek dewletên herêmî re li Rojhilata Navîn çêkir da ku serweriya xwe li herêmê berfireh bikin an jî dewletên mezin û herêmî li ser parvekirina berjewendiyan di nava nakokiyan de ne.

 Ji wan aloziyan a DYA û Îranê vedigere sala 1979`an. Dewletê Yekbûyî Emerîka birêya dorpêça aborî û siyasî herçend dixwaze li dijî Îran encam bigre û rejîmê biguherîne jî, heta niha biserneketiye.

Tevgera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û xurtkirina hêza xwe li herêmê piştî şerê Iraqê ji sala 2003`yan ve, gavekî nû ye. Ev yek jî wek bersiva tevgerên Îranê li gelek dewletên Rojhilata Navîn ku gefê li hêz û berjewendiyên DYA’yê bi rêya wekîlan an jî bi awayekî yekser ji Tehranê dixwe, tê binavkirin.  Ev tevger gihîşt astekê ku alozî di navbera her du dewletan de çêbe, her wiha li dijî hev daxuyaniyên tund bidin.

Nakokiyên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de bi hilweşandina desthilata Şah Mihemed Riza Pehlewî re ku desteka xwe ji DYA û Brîtanyayê digirt û bidestxistina Ayetullah Xumeynî desthilatdariya dewletê li Îranê di sala 1979`an de dest pê kir. Komên olî yên girêdayî Xumeynî 52 karmendên balyozxaneya DYA’yê girtin, li gel xwepêşendanên li dijî DYA`yê derketin. Di şoreşa îslamî de Xumeynî slogana `Mirin ji DYA`yê re` hilda û bi vê yekê di 11`ê Sibata 1979`an de gihaşt desthilatdariyê. Bi vê bûyerê re pêla cezayên DYA`yê li ser Îranê dest pê kir û qedexeya bazirganiyê bi temamî di sala 1995`an de ragihand.

Qonaxên cezayên DYA û Konseya Ewlehiyê ya NY‘yê li ser Îranê

Piştî komên îslamî dest danî ser balyozxaneya DYA`yê ya li Îranê û karmendên wê dîl girtin, aloziyek di navbera her du dewletan de derket. Serokê DYA`yê Jimmy Carter di Mijdara 1979`an de 12 milyar dolar pereyên Îranê yên di bankan de û zêr cemidandin.

Di şerê di navbera Îran û Iraqê de DYA’yê di sala 1984`an de cezayên nû li Îranê ferz kirin, di nav de firotina çekan û alîkariyên DYA`yê ji Îranê re deqexe kirin.

Di sala 1995`an de serokê DYA`yê Bill Clinton di dema desthilatdariya Refsancanî de biryara qedexekirina bazirganiya petrolê li Îranê da. Piştre biryara qedexekirina her cureyek bazirganiyê di navbera Îran û DYA`yê de da. Bi vê yekê bazirganî di navbera her du dewletan de bi temamî bi dawî bû. Ji aliyê xwe ve Kongreya DYA’yê qanûna cezayên Îran û Lîbyayê ya ku bi navê ILSA hate naskirin, erê kir. Li gorî qanûnê li şîrketên biyanî yên ku bi Îranê re di nav têkiliyan de ne, ceza hatin ferzkirin.

Di dema desthilatdariya serokê Îranê Ehmedînejad de di sala 2005`an de û ji ber tevgera Îranê ya nukleerî, Îran rastî pêleke din a cezayan û cemidandina pereyên kesên bi bernameyên nukleerî ve girêdayî ne ji hêla Konseya Ewlehiyê û DYA`yê ve hat.

Di meha Hezîrana 2010`an de Konreya DYA’yê û parlamentoya DYA’yê qanûnên girêdayî ceza, lêpirsîn û kişandina razemeniyan ji Îranê, di gelek warên pîşesaziyê de erê kirin. Serokê DYA’yê Obama qanûn mohr kir.

Lihevkirina Cinêvê ya bernameya nukleerî… nermbûna aboriya Îranê piştî dorpêç û cezayan

Piştî lihevkirina Îranê bi Koma 5+1 li Cinêvê sala 2013`an, girêdayî bernameya xwe ya nukleerî, aloziya Îranê bi dewletên rojavayî re nerm bû, tevî wê jî lihevkirina wê bi DYA`yê re piştî 3 serdeman, lihevkirina yekemîn û fermî tê hesibandin. Li gorî lihevkirina Îranê bi ‘Koma 5+1’ Îran dê demeke kin bernameya xwe ya nukleerî bicemidîne, li beramberî sivikkirina cezayên aborî ku lê hatine ferzkirin.

Ev lihevkirin bi awayekî demkî dirêj kir, ji ber ku lihevkirinek destpêkê bû. Lihevkirin heya 2014`an dirêj kir, piştre 2015`an li gel berdewamkirina danûstandinan di navbera aliyên têkildarî lihevkirinê de.

Di meha Nîsana 2015`an de Îran qeydên ku li ser bernameya wê ya nukleerî hatine ferzkirin herî kêm heya serdemekê, her wiha keşfên navdewletî ji bo çavdêriya lihevkirinê erê kir. Li beramberî wê cezayên navdewletî radibin. Li ser wê plana giştî ya hevpar JCPOA di navbera Îran û dewletên 5+1 (Rûsya, Fransa, Almanya, Brîtanya, Çîn û DYA) de hate ragihandin.

Di Sibata 2016`an de lihevkirina ku di navbera Îran û dewletên mezin de dikeve meriyetê û pê re cezayên ku li Îranê ji 1979`an de hatine ferzkirin, radibin.

Vekişîna DYA’yê, vegera aloziyê û nakokiyên di navbera welatên endam de
Serokê DYA’yê Donald Trump bi biryarekê ku "dîrokî" bi nav kir, di 8‘ê Gulana 2018‘an vekişandina welatê xwe ji peymana nukleerî û vegera cezayên giran ên DYA‘yê li dijî Îranê ragihand.
Trump îşaret pê kir ku ev biryar ji ber destekdayîna Îranê bi terorîstan re û afirandina bêaramiyê li Rojhilata Navîn hatin. Di heman demê de siyasetên wê yên nîjadperst li dijî welatiyên DYA’yê ku destûr nadin çavdêrên wê ku li navendên nukleerî  çavdêriyê bikin.
Li dijî biryara Trump a vekişîna ji peymana nukleerî, provokasyon ji aliyê Almanya, Fransa û Brîtanyayê ve derket. Her wiha şîrketên Ewropayê yên ku têkiliyên bazirganî bi Îranê re çêkirine, soza destekê da. Li aliyekî din jî Rûsyayê peymanên xwe yên bazirganî bi Îranê re bi taybetî yên enerjî û madeyan dewam kirin.
Di heman demê de wezîrê xezîneyê yê DYA’yê Stephen Manuchen gef li şîrketên biyanî yên ku bi Îranê re têkiliyan çêdikin, xwar û got: "Washington dê bi tundî şîrket û rêxistinên ku cezayên me yekalî bigire, hedef bike."
Li beramberî wê Îranê jî bersiv da ku dê firotina ûranyum û ava giran ji bo dewletên din rawestîne. Serokê Îranê Hesen Ruhanî gef xwar ku heke aliyên din rê nedin ku Îran sûdê ji aboriya di çarçoveya plana xebatên hevbeş de bigire, dê sererastkirina ûranyumê dîsa dewam bikin.
Aborî ber bi jêr ve diçe
Ji berê ve jî ji ber cezayên DYA û civaka navdewletî, aboriya Îranê di krîzekê de ye. Di salên beriya 2016‘an de anku beriya peymana nukleerî di reweşeke aborî xirab de bû, lê piştî peymana nukleerî aboriya welatê wê heta radeyekê baştir bû, dîsa ji piştî biryara yekalî ya rêveberiya Trump aboriya Îranê di her alî de ber bi jêr ve daket.
Derxistina petrola Îranê daket sifirê
Derxistina petrola Îranê daket û pareke pir mezin ji cezayên DYA’yê girt. Êdî berhemên petrolê ji bo derxistinê nîv daxist, di meha Adara derbasbûyî de ji sedî daket 53’yan. Petrola Îranê ku rojane 2 milyon bermîl derdixist, êdî daket 1.1 milyon bermîlî.
Biryarya DYA’yê di meha Gulanê de ket meriyetê, 8 dewletên ku petrola Îranê dikirîn, ji cezayan hatin efûkirin, lê eger ev dewlet kirîna petrolê ranewestînin dê ceza li wan bê birîn. Ev yek dê firotina petrola Îranê bigihîne asta sifirê û dê aboriya wê hilweşîne.
Ji 8 dewletan 4 heban têkiliyên xwe bi Îranê re sekinandin; Taywan, Japonya, Yewnanistan û Îtalya. 4 welatên din jî rêjeya kirînê nîvenîv daxist.

Aloziya hundirîn û xwepêşandanên li dijî krîza aborî

Bi daketina nirxê pereyên Îranê li beramberî dolar re, di heman demê de kêmbûna derxistina petrola Îranê, aloziyeke hundirîn derket pêş ku bandor li rewşa jiyanî kir, li gel wê jî buhayên madeyan bilind bû.

Bi ragihandina DYA’yê ji vekişandina ji hevpeymana nukleerî di Gulana 2018`an de û vegerandina cezayan li ser Îranê, ji ber rewşa jiyanî ya zehmet û dîktatoriyê, çalakî û meş li piraniya bajaran li dijî hikumeta Îranê û Elî Xamineyî dest pê kir.

Her wiha xistina Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê û hin milîsên din ên girêdayî Îranê li ser lîsteya terorê, zexta li ser gel zêde bû û rejîmê siyaseta xwe ya tirsandin û çewisandinê li dijî gel ji bo veşartina têkçûnên xwe, zêde kir.

Tevî hemû hewldanên DYA’yê û cezayên wê yên li ser Îranê di hemû aliyan ve da ku hêza wê li Rojhilata Navîn lewaz bixe, lê DYA’yê heta niha nikarî derbeyek cidî li Îranê bibe. Li gorî rewşa li ser erdê tê xuyakirin, Îranê li Yemen, Sûriya, Îran, Lubnan û welatên kendavê û hin herêmên din berfireh bûye û hê jî bi welatên herêmê di aliyê siyasî û aborî de têkiliyan ava dike.

Çavdêr diyar dikin ku ji ber zêdegaviyên Îranê li herêmê îhtîmala şerekî li Kendavê tune ye. Lê ku siyasetên xwe neguherîne, dibe ku derî li ber îhtîmalên şer vebe.

Texmînên rûdanên leşkerî û siyasî

Di vê çarçoveyê de, çavdêr dibînin ku rûdana şer li Kendavê û herêmên din ku berjwendiyên her du aliyan li wir tên hemberî hev, dibe ku çêbe. Ev yek jî ji ber ku Îran li herêmê belav bûye. Her wiha Îranê ku siyaset û rêbaza xwe neguherîne, wê deriyên şer veke û ev yek jî di gefên herî dawîn ên di navbera her du aliyan de derxist, nexasim heta niha tu dewletan ji bo aramkirina atmosferê di navbera her dualiyan de destwerdan nekiriye.

Ji aliyekî din ve jî, li herêmê senaryoyeke şer di navbera her du aliyan de heye, lê çawaniya wê heta niha diyar nebûye. Dibe ku şer bi awayekî lezgîn be, ew jî  bi rêya hedefgirtina noqte û navendên hesas ên girêdayî rejîma Îranê li herêmê da ku Îranê bitirsînin û zextê lê bikin da ku vegere rêya siyasî, yan jî wê bi rêya derbkirina navendên girîng ên jiyanî li Îranê be. Lê hin alî dibînin ku dibe asta aloziyê bigihîje şerekî giştî ku sîstema Îranê û ajandeyên wê li herêmê werin rakirin, di demekê de ku heta tu nîşaneyên hêzeke navneteweyî ya mezin ji bo destekê bide Îranê di şerê li dijî DYA û hevkarên wê de, tune ye.

Lê dibe ku ev gef û tevgerên nû bigihîjin sînorê şerekî da ku bikeve xizmeta şerekî aborî û siyasî, bi vî awayî dê zext li rejîma Îranê were kirin û di hemû waran de dê radest bibe û tawîzan bide da ku şerekî giştî çênebe.

(şx/bb)

ANHA


Mijarên Din