Qonaxa 3’emîn a turnuvaya Şehîd Bawer bi dawî bû

Qonaxa 3’emîn a turnuvaya Şehîd Bawer a beriya dawiyê ya ku ji hêla Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kantona Qamişlo ve hatiye birêxistinkirin, bi serkeftina 6 tîman a ji qonaxa dawiyê re, qediya.

Ji bo bîranîna şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, rêveberiya hêzên li kantona Qamişlo di 14’ê Hizêranê de turnuvaya goka destan a tîmên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi beşdarbûna 12 tîman ji bajar û bajarokên Qamişlo bi diruşma"Turnuvaya şehîdên Asayîşê ya goka destan a kantona Qamişlo" li ser 4 qonaxan, organîze kir. Qonaxa yekemîn li stada Naveda Şehîd Bawer a Ciwanan li Dêrikê, ya duyemîn li bajarokê Rimêlan û ya sêyemîn jî li navçeya Tirbespiyê bû.

Heta niha 6 tîm gihaştine qonaxa dawiyê û ew jî tîma Çilaxa, Qamişlo, Tirbespiyê, Sêmalka, Girkê Legê û tîma Til Birak in.

Dê çalakiya qonaxa dawî di çend rojên pêş de li herêmek ji yên kantona Qamişlo li dar bikeve.

(fr)

ANHA

ç


Mijarên Din