Qonaxa duyemîn a hemleya ‘Na ji komkujî û dagirkeriyê re’ dest pê kir

Komîteya Amadekar a Çalakiyên Jinan a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê qonaxa duyemîn a hemleya "Na ji komkujî û dagirkeriyê re, em ê jin û jiyanê biparêzin" ragihand.

Komîteya Amadekar a Çalakiyên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke nivîskî qonaxa duyemîn a hemleya “Na ji komkujî û dagirkeriyê re, em ê jin û jiyanê biparêzin” ragihand.

Komîteyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku sîstema kapîtalîst a desthilatdar ji ber ku heya niha li ser şikandina vîna gelan bi rêya şikandina vîna jinan kar dike û heya niha berdewam e, ew merheleya duyemîn a kampanyaya "Na ji komkujî û dagirkeriyê re, em ê jin û jiyanê biparêzin” radigihînin.

Komîteyê di berdewama daxuyaniyê de bal kişand ser armanca qonaxa duyemîn a hemleyê û got: "Armanca me bilindkirina asta têkoşînê li dijî dagirkirinê û komkujiyê û xurtkirina têkoşînê li dijî vê zîhniyet û sîsteman e. Her wiha ji nû ve parastina jinan û xwezayê û rêgezên mirovî, bi rêya perwerde û zanebûnê li ser hemû astên siyasî, civakî, aborî û çandî bikin."

Komîteyê destnîşan kir ku qonaxa wan a duyemîn dê ji 17`ê Çileyê (îro) heya 17`ê Nîsana 2021`an bi bernameyeke berfireh ji aliyê 30 rêxistin û tevgerên jinan ve were birêvebirin.


Mijarên Din