Qonaxa duyemîn a pêngava têkoşîna li dijî madeyên hişbir bi dawî bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku wan qonaxa duyemîn a pêngava têkoşîna li dijî madeyên hişbir bi dawî kiriye. Her wiha diyar kir ku ew ê têkoşîna li dijî hemû sûc û diyardeyên xirab ku ferd û prensîpên exlaqî yên civakê dikin hedef, dewam bikin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi civîneke çapemeniyê li avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin li bajarê Qamişlo ragihand ku wan qonaxa duyemîn a pêngava têkoşîna li dijî terorê bi dawî kiriye.

Berpirsên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û dezgehên çapemeniyê yên herêmî û navdewletî beşdarî civînê bûn.

Endama rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Medya Xelîl bi zimanê erebî û endama rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Helîme Ebû Bekir bi zimanê kurdî daxuyanî xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

 Ji bo gelê me û raya giştî:

“Bi bîr û baweriya parastina kultûr, urf, adet û prensîpên exlaqî û di pêkanîna erkên zagonî de Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 25`ê Îlona 2020`an de bi mebeste têkoşîna li dijî hemû şêwazên sûcê madeyên hişbir, bi navê “Jiyan berpirsiyarî ye” li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi pêngaveke demdirêj kir. Hêzên me yên di têkoşîna li dijî sûcên birêxitinkirî de hîna pêşîgirtina belavbûna madeyên hişbir dewam dikin û kesên ku vê diyardeya xirab li nava civakê belav dikin, digirin. Her wiha hemû cihên giştî û taybet ku tê de paropagandeya madeyên hişbir dihat kirin, hatin şopandin û tesbîtkirin.

Îro di 22`ê Sibata 2021`an de hêzên me du qonaxên pêngava li dijî madeyên hişbir bi dawî kirin.

Qonaxa yekemîn; bi hevkariya Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê re piştî şopandin û lêgerîneke bê navber 17 sûcdarên ku di depo û dermanxaneyên herêmê de kar dikirin û hebên hişbir û qedexe bi rêbazên ne asayî belav dikirin, hatin girtin. Her wiha 9 hezar û 937 hebên hişbir ên bi wan re hatin desteserkirin. Ew kes radestî komîteya Lêpirsînê û dozgeriyê hatin kirin.

Qonaxa duyem; hêzên me yên têkoşîna li dijî sûcên birêxistinkirî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya hemû beşên Asayîşê, Asayîşa-Jin, Komîteya Ewlekariya Giştî û Kongreya Star piştî şopandin, lêgerîn û lêkolînên berfireh dest bi girtina hemû bazirgan, belavker û şaneyên madeyên hişbir kir. Di encamê de 92 kesên sûcdar ji wan 17 jinên ku wekî rêbazeke din ya belavkikirina madeyên hişbir di karên xirab de dihatin bikaranîn, hatin girtin.

Bi giştî di qunaxa duyem de 77 paketên madeyên hişbir, 150 g kirîstalê hişbir, 45 g hîroîn, 171 hezar hebên kîptagon, 16 çekên klaşînkov tevî cebilxaneya wan, 13 debance, 22 çîfte tevî cebilxaniya wan, hatin desteserkirin.

Wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em tekez dikin ku  ewlekarî û ewlehiya herêmê erka me yê sereke ye. Em ê erkên xwe li hemberî hemû cureyên sûcan ku ferd û prensîpên exlaqî yên civaka me dikin hedef, pêk bînin.”

(cx)


Mijarên Din