Qonaxa duyemîn a tedbîrên pêşîlêgirtina Koronavîrusê dest pê kir

Qonaxa duyemîn a tedbîrên pêşîlêgirtina Koronavîrusê (Covid-19) li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kete meriyetê, navendên mezin ên karantînayê yên rewşên pêketina Koronavîrusê heke hatin dîtin, hatin amadekirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku desteyê gelek pêngav jê jî avakirina tîma awarte û amadekirina navendên karantînayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade kirine.

9 navendên karantînayê li bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin amadekirin, ku tê de kadroyên pispor û laboratuarên li ser bikaranîna KIT’an ku Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Peymangeha PEAS a Siwêdê afirandiye, hene.

Mistefa wiha domand: "Li pêşberî me qonaxa duyemîn e ku tê de navendên karantînayê yên mezin hatin amadekirin û dê ji bo kesên bi rewşa Koronavîrusê ya navîn ketine, be û her wiha dê ev navend ji tevahî alavan, ji bajar û bajarokan ve dûr bên amadekirin.

Mistefa diyar kir ku di karên xwe de berdewam in, her wiha navendên rewşên pêketina Koronavîrusê ku giran in, amade dikin û dê navend di demeke nêzîk de bên amadekirin.

Her wiha Ciwan Mistefa piştrast kir ku heta niha tu rewşên pêketina Koronavîrusê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nehatine tomarkirin.

fr

ANHA


Mijarên Din