QSD`ê 25 jin û zarokên êzidî radestî Mala Êzidiyan kirin

QSD`ê 25 jin û zarokên ku ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirine, radestî mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê kirin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi civîneke çapemeniyê 25 jin û zarokên êzidî ku 3`yê Tebaxa 2014`an di êrîşên li ser Şengalê de ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibûn revandin, radestî Mala Êzidiyan a li navçeya Amûdê kirin da ku ew jî wan radestî Meclisa Demokratîk a Şengalê bike.

Nûnerên Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê, fermandarên QSD`ê, endam û rêveberên Mala Êzidiyan û gelek dezgehên çapemeniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî civîna çapemeniyê bûn.

Ji fermandarên QSD`ê Berxwedan Amûdê diyar kir ku QSD`ê di pêngava Bagera Cizîrê de bi sedan zarok û jinên êzidî rizgar kir û wiha pê de çû: "Em îro beşeke din ji êzidiyên ku hatine rizgarkirin, radestî Mala Êzidiyan dikin da ku wan radestî Meclisa Demokratîk a Şengalê bikin."

Her wiha ji rêveberên Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê Ziyad Hamid spasiya QSD`ê ji bo rizgarkirina jin û zarokên êzidî ji çeteyên DAIŞ`ê kir û diyar kir ku heta niha zêdetirî hezar jin û zarokên êzidî hetine rizgarkirin.

Çarenûsa 3 hezar û 40 kesî heta niha ne diyar e

Ziyad Hamid teqez kir ku ew ê 25 jin û zarokên êzidî radestî Meclisa Demokratîk a Şengalê bikin û got ew bi hêvî ne hemû êzidiyên li gel çeteyên DAIŞ`ê girtî ne, werin rizgarkirin. Hamid di dawiyê de got li gorî serjimariya fermî heta niha çarenûsa 3 hezar û 40 kesî ne diyar e.

Piştî civîna çapemeniyê êzidî û endamên Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê berê xwe da sînorê Iraqê da ku êzidiyên hatine rizgarkirin radestî Meclisa Demokratîk a Şengalê bikin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din