QSD’ê 3 çete girtin û çeteyek jî hate kuştin

Çavkaniyeke leşkerî ragihand ku duh Yekîneyên Antîterorê yên QSD’ê bi operasyonekê li gundê Tekêhî 3 çeteyên DAIŞ’ê girtin û yek jî di dema hewldana revê de hate kuştin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) operasyonên tunekirina şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê bi koordîneya li gel hêzên Koalîsyona Navdewletî didomîne.

Çavkaniyeke leşkerî ji ANHA’yê ragihand ku duh çeteyek ji hêla Yekîneyên Antîterorê yên girêdayî QSD’ê ve hate kuştin û 3 çete jî ku li gel wan çekên şexsî, mayinên teqandinê û yên teqandina ji dûr ve, roketên RBC û bêtêl hebûn, li gundê Tekêhî yê bakurê bajarokê Busîre yê li rojhilatê Dêrazorê girtin.

Ev operasyon berdewama operasyonên têkbirina DAIŞ’ê ye.

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din