QSD: 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin

QSD’ê der barê êrişên artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê yên dawîn de daxuyaniyek da û diyar kir ku di encama şerê li gundên nêzî rêya M4 ya navneteweyî de 3 leşkerên Tirk hatine kuştin, 4 çete birîndar bûne û şervanekî wan jî şehîd bûye.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên rojên dawîn de daxuyaniyek da. QSD’ê di daxuyaniya xwe de eşkere kir  ku 5’ê Adarê li Eyn Îsayê droneke çeteyên artêşa Tirk hatiye xistin û 7’ê Adarê jî ji ber hewldana êrişa li ser rêya M4 a artêşa Tirk û çeteyên wê, di encama bersivdana hêzên QSD’ê de şer derketiye û di wî şerî de 3 leşkerên Tirk hatine kuştin, 4 çete jî birîndar bûne.

Her wiha di heman şerî de şervanekî QSD’ê jî şehîd bû.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

“Roja 5’ê Adarê li herêma Eyn Îsa droneke çeteyên dagirker ji aliyê hêzên me ve hat xistin.

Roja 7’ê Adarê artêşa dagirker û çeteyên wê xwest êriş bibin ser gundên derdora rêka M4 ya navdewletî. Di encama bersivdayîna hêzên me de pevçûn qewimî. Di encama pêvçûnê de 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin û 4 çete jî birîndar bûn. Her wiha wesayîteke leşkerî û doçkayek hatin rûxandin. Di vê pevçûnê de şervanekî me şehîd ket û şervanekî me jî birîndar bû.

Artêşa dagirker û çeteyên wê li herêmên Til Temir û Eyn Îsa fealiyetên keşf û bombebaranê bê navber berdewam dikin.”

 


Mijarên Din