QSD`ê 6 rêyên derbaskirina çek û şaneyan dîtin

Di qonaxa duyemîn ya  Pêngava "Tunekirina Terorê" ya QSD`ê de, li gundewarên rojhilatê Dêrazorê 6 rê ku aliyê rojhilatê çemê Firatê bi aliyê rojavayê çem ve girêd didin hatin dîtin.

Nûçegihanên ANHA`yê ku pêngavê dişopînin diyar kirin ku di roja 3`emîn a pêngavê de, şervanên QSD`ê 6 rê ku herêmên "Meyadîn, Şehîl, El-Zir, Hewayic" yên li ser qiraxa çemê Firatê bi hev ve girê didin, dîtin.

Bi rêya wan dergehan madeyên sotemeniyê ji herêmên serweriya rêveberiya hikumedta Sûriyê re dihatin şandin û çek û çekdar ji bo şaneyên ku vê dawiyê li herêmê aktîv bûbûn re dihatin derbaskirin. 

Di van dergeh û koorîdoran de keştiyên biçûk ên ku li herêmê hatine çêkirin ji bo veguhestina di navbera her du aliyên çemê Firatê de, dihatin bikaranîn.  Şervanan ew keştî desteser kirin û koorîdor xetimandin. Her wiha nuqteyên nû di wan koorîdoran de ava kirin da ku careke din neyên bikaranîn.

(cx)

ANHA


Mijarên Din