QSD’ê bersiva xwestekên şêniyan Behra û Hecînê da

Ji beriya çend rojan li Dêrazorê di navbera eşîrên El- Bûherdan û El- Demîn de şer derketibû. Şêniyan ji QSD’ê xwest ku bendên kontrolê danin ji bo hewldanên tolhildanê asteng bikin. QSD’ê jî bersiv da xwestankan û bi alîkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, li ser rêya di navbera Behra û Hecînê de hinek bendên kontrolê danîn.

Roja duwemîn a cejna Qurbanê şer di navbera eşîra El-Demîm ya li gundê Behra û eşîra Bûherdan a ji Hecînê de şer derketibû. Di  encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn. Li ser xwesteka şêniyan ji bo careke din şer çênebe, QSD’ê bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bendên kontrolê li ser rêya di navbera Behra û Hecînê de bi rûbera 3 km danîn.

Şêniyan piştî dîmenên çekdarî û şer li herêmê, pêşwaziya vê pêngavê kir.

Fermandarên leşkerî, ewlehî û şêxên eşîrên li herêmê navbeynkariyê di navbera her du eşîran de dikin ku pirsgirêkê çare bikin. Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn di hefteya borî de hejmarek ji ciwanên her du eşîran ên ku çek di şer de bi kar neanîne, berdan.

Sedema şerê di navbera her du eşîreyan de, 2 kesan li ser mijarên madî yên girêdayî bihayê janatorên kehrebeyê nakokî derketibû. Piştre nakokî kûrtir bû. Bi wê re eşîra El-Demîm êrişî eşîra Bûherdan kir, her du aliyan qilêş bi kar anîn. Di encamê de kuştî û birîndarên her du aliyan çêbûn.


Mijarên Din