​​​​​​​QSD`ê beşeke din a çeteyên DAIŞ û malbatên wan radestî Iraqê kir

QSD`ê ragihand ku wê, 50 çeteyên DAIŞ`ê û 170 endamên malbatên wan ên ku li kampa Hol dimînin, radestî Iraqê kiriye.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:

“Hêzên me, Hêzên Sûriyeya Demokratîk, di çarçoveya pêngaveke nû de, 50 girtiyên çeteyên Daişê yên ji iraqî, ku di salên şerê li dijî çeteyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatibûn girtin, radestî Iraqê kirin.

Her wiha 170 endamên malbatên DAIŞ`ê yên li kampa Holê bi koordîneya li gel hikûmeta Bexdayê veguheztin aliyên iraqî.”

(şx)


Mijarên Din