QSD bi rûspiyên Holê re civiya

Şêx û rûspiyên Ereb ên navçeya Holê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê û hevalbendê wê Rûsyayê komployan li ser herêmê dikin da ku projeya demokratîk û ewlehiya herêmê têk bibin, her wiha gotin: "Divê em ji van komployan hişyar bikin û xizmeta projeya xwe ya demokratîk bikin."

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo nirxandina geşedanên siyasî û leşkerî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şêx û rûspiyên Ereb ên navçeya Holê re civiya.

Şêx û rûspiyên eşîra Xewatina, Hesûn, Tifahiyîn, Şerabîn, Mehsan û Hizêm û bi dehan endamên saziyên sivîl û leşkerî yên navçeyê beşdarî civîna ku li Sewama Holê hate lidarxistin bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Ji rêveberên Hêzên Asayîşê ya navçeya Holê Ebdulezîz Ebdo û ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya QSD'ê ya Holê Ehmed Derian axivîn.

Ebdo diyar kir ku QSD'ê dikarî bi cesaret li hemberî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bisekine û di oxira jiyaneke azad û aştiyane ji bo gelê xwe berdêlên giranbuha dane. Ebdo bang li şêniyan kir ku bi hêzên Asayîşê re bibin hevkar da ku şaneyên terorîst ên ku ewlehiya herêmê xirab dikin, bibin hevkar.

Derian jî îşaret pê kir ku şêniyên navçeya Holê di aloziya Sûriyê de gelek azaran kişandin, dagirkirina çeteyên DAIŞ'ê li navçeyê û talankirina milkên şêniyan û qetilkirina wan bi navê ol azaran wan zêde kir, bi saya QSD'ê navçe hate rizgarkirin û aştî û ewlehî pêk hat.

Derian destnîşan kir ku armanca sereke û stratejîk a çeteyan hevgiritna eşîrên Ereb ên li herêmê ji hev bixin, ji ber ku eşîra bingeha sereke ya hevgirtina gelan e. Her wiha anî zimanê ku dewleta Tirk jî bi rêya gefên xwe hewl dide ewlehiya herêmê xira bike."

Ehmed Derian da zanîn ku Tirkiyê û Rûsya bi pereyan ciwanên Ereb bi çek dikin û wan vediguherînin çeteyan da wan ji bo plan û projeyên xwe yên dagirkirinê bi kar bînin û herêmê ji ciwanan vala bike û tevlî şerên li dewletên din bike.

Derian bang li şêx û rûspiyan û tevahî pêkhateyên herêmê kir ku li hemberî planên ku ciwanên wan dike hedef helwest nîşan bidin.

Beşdaran girîngiya lidarxistina mîna van civînan destnîşan kir û gotin: " Dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê û hevalbendê wê Rûsyayê komployan li ser herêmê dikin da ku proeya demokratîk û ewlehiya herêmê têk bibin, her wiha gotin: "Divê em ji van komployan hişyar bikin û xizmeta projeya xwe ya demokratîk bikin û li dardora QSD'ê kom bibin."

Di dawiya civînê de daxuyaniyek hevpar a QSD û rûspiyên eşîrên Ereb ji aliyê Ehmed Derian ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Rêgeza ewlehî û parastin hêmanên xwezayî yên xweparastinê ne û mafên sereke yên mirovan da ku hebûna xwe di jiyanê de biparêze. Ev mafekî rewa ye, di hemû urf û belgeyên mirovî û navneteweyî de hatine destnîşankirin. Li ser vê bingehê ji bo pêkanîna rûmet û îrade û azadiyê têkoşîneke civakî pêwîst dike.

Hêzên tarî û dewletên hegemon ê cîhanê ji bo xêzkirina herêmên serweriyê û nexşeyeke nû ji herêmê re hewl didin li ser hesabê xwîna gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê aloziyê kûrtir bike da ku berjewendiyên xwe bi cih bînin. Rûsya rejîma Sûriyê hikum dike û li şûna wê biryara navxweyî û derve dide. Her wiha siyasetên wê li gorî berjewendiyên xwe xêz dike. Nêrîna wê ya ji çareseriyê li gorî berjewendiyên wê yên bilind in. Dîsa jî nakokiyên wê yên veşartî û eşkere bi Amerîka re li Sûriyê bigre heta Lîbya  û Deryaya Spî yên bi armanca kontrolkirina herêmên petrolê vê yekê nîşan dide. Ji bo ku van armancan pêk bîne şêniyên Sûriyê tevli şerên li Lîbyayê û heêrmên din dike. Armanc jê herêmên ciwanên wê vala bike.

Di berdewama daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser binpêkirinên Tirkiyê  û çeteyên wê yên li herêmên Sûriyê yên dagirkirî û hate gotin, ku armanca wan projeya osmaniya nû zindî bikin û wiha hate domandin: "Tirkiyê hîna rola herî mezin a xirabkirina herêmê di hemû aliyan de ye. xîra wê ya aborî talan kir û binsaziya wê ruxand, li gelek herêman guhertina demografî pêk anî û gelên wê koçber kirin û bi koçberan civaka navnetewî şantajî dikin wan û wekî kaxezeke zextê ya siyasî û malî bi kar tîne. Dîsa jî hemû alîkariyên ku ji koçberan re hatin şandin dane çeteyan û çeteyan di bin navê şerê li dijî kurdan de tevlî şer kirin."

Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hate kirin ku projeya neteweeya demokratîk astengiya herî mezin a li pêşiya planên osmaniya Tirk e û ev tişt hate diyarkirin: "Ji ber ku bi rêgeza neteweya demokratîk lihevkirineke bi xwînê di navbera pêkhateyên vê herêmê hate çêbû, ji ber vê yekê ne mumkin e ku ji vê lihevkirinê gav paşde were avêtin, hemû lihevkirin û peyman bi pênûs têne îmzekirin, lê lihevkirina me bi xwîna keç û xortên me yên ku bi hev re xaka me û herêmê me rizgar kirine hatiye îmzekirin."

Di berdewama daxuyaniyê de bang li şêx û rûspî û rewşenbîrên herêmê hate kirin ku ji gef û hewldanên fitneyê yên hişyar bikin û pirsgirêkên xwe bi rêbazên rêxistinkirî ku mafên giştî yên ferd û civakî mîsoger bike çareser bikin  û hate gotin: "Divê hemû saziyên me yên leşkerî, Asayîş û QSD'ê û saziyên girêdayî wê ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê bixebitin.

Divê em li hemberî gefên derve û hundirîn yekitî û hevgirtina xwe xurt bikin, ji ber ku bingeha rawestandina hemû êrişan li ser herêmên me ne. Her wiha divê em wekî şêx, rûspî û rewşenbîran ciwanan ji van komployan hişyar bikin û neteweya demokratîk xurt bikin da ku rêveberiya me ji hemû cîhanê re bibe mînak.

Em QSD û Hêzên Asayîşê soz didin gelê xwe ku em ji bo parastina ewlehî û aştiya herêmê ji destwerdanên derve mertal bin, li ser vê esasî bi yekitiya leşkerî, sivîl û rûspî û rewşenbîr em ê bighêjin azadî, rûmet û edaleta civakî."

ANHA


Mijarên Din