QSD‘ê damezrandina Meclisa Leşkerî ya Qamişlo ragihand

QSD‘ê avakirina meclisên leşkerî didomîne. Bi merasîmekê Mecilsa Leşkerî ya Qamişlo ava kir.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi armanca ji nû ve sazkirina hêzê li hemû deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meclisên leşkerî ava dike.

Îro bi armanca avakirina Meclisa Leşker ya Qamişlo merasîmek bi amadebûna malbatên şehîdan, nûnerên Rêveberiya Xweser û bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo li goristana Şehîd Delîl Saroxan hat lidarxistin.

Piştî merasîma leşkerî ya ji aliyê şervanên QSD, YPG û YPJ‘ê ve ji fermandarên QSD‘ê Piling Qamişlo axivî û anî ziman ku piştî tinekirina DAIŞ‘ê di aliyê leşkerî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wan dest bi pêngava ji nû ve sazkirina hêzê kirin.

Piling, diyar kir ku armanca avakirina meclisên leşkerî yekbûyîna hemû hêzên leşkerî di bin sîwana QSD‘ê de û parastina destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatine qezenckirin e.

Fermandarê QSD‘ê Piling Qamişlo avakirina meclisê pîroz kir û soz da ku ew ê li hemberî hemû gefên li ser ewlehiya herêmê tê bikoşin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telhet Yûnis jî axaftin kir, avakirina Meclisa Leşkerî ya Qamişlo li şervanan, malbatên şehîdan û şêniyên bajarê Qamişlo pîroz kir û diyar kir ku QSD, YPG û YPJ‘ê bi têkoşîna xwe ya li hemberî DAIŞ‘ê ji cîhanê re diyar kirin ku îradeya wan ji bo parastina herêmê ti carî naşkê û tîpên zêrîn di dîroka berxwedanê de xêz kirin.

Merasîm bi ragihandina avakirina Meclisa Leşkerî ya Qamişlo bi dawî bû.

QSD‘ê, îro bi merasîman Meclisa Leşkerî ya Tebaq û Meclisa Leşkerî ya Holê ava kir.

ANHA


Mijarên Din