QSD‘ê dewreya 6 bidawî kir

Li Akademiya Şehîd Cuma El-Nezal ya QSD‘ê ya li herêma Tebqayê dewreya perwerdeyê ya 6‘emîn qediya.

Di merasîma dawîkirinê de gelek fermandarên QSD`ê, endamên rêveberiyê di Hêzên Ewlekariya Hundirîn û saziyên civaka sivîl de amade bûn.

Dewreya 6‘emîn a QSD`ê bi navê Şehîd Elaa Reqa hate vekirin, 100 şervanên ji Tebqa û Reqayê beşdarî perwerdeyê bûn, di perwerdeyê de waneyên siyasî, tektîka parastin û şer hatin dayîn.

Merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanan ve dest pê kir, paşê endamê rêveberiya akademiya şehîd Cuma El-Nezal "Feyad Kobanê" axivî û dawîkirina perwerdê ji beşdarên perwerdê pîroz kir û wiha got: "Hemû zext û komplo li ser herêmên me ku ewlehiya herêmê dike hedef bi teqez dê têk biçin, erka me jî parastina herêmên me ne."

Paşê şervanan sûnda leşkerî xwarin û soza dewamkirina tekoşînê dan.

Hêjayî gotinê ye ku şehîd Elaa Reqayê di hemleya rizgarkirina bajar Reqayê de şehîd bû.

ANHA


Mijarên Din