Fermandariya Giştî ya QSD'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku du şervanên wan û sivîlek di bombebarana dewleta Tirk a li dijî erebeyê ya li gundê Mele Sibat ê Qamişloyê de şehîd bûn. QSD'ê got: " Em li hember van êrişan di çarçoveya parastina rewa de bersiv bidin û tolên şehîdên xwe ji dagirkeran hildin."
Daxuyanî wiha ye:
''Îro ber bi êvarê di seet 17:10 an de, dema 2 şervanên me bi maşîneyek aîdê sivilan ji icaze vedigeriyan, li gundê Melê Sibat ya girêdayî bajarê Qamişlo rastî êrişa balafira bê mirov ya artêşa Tirk a dagirker hatin. Di encamê vê êrişê de şervanên me Dijwar Kobanî û Çiya Qamişlo şehîd ketin. Her wiha di vê êrişê de welatiyek sivil bi navê Edip Yûsif jî şehîd ket.
Artêşa Tirk a dagirker di demên dawî de êrişên xwe li seranserî sînor zêdetir kiriye. Her roj hem bi topbaranan hem jî bi balafirên bê mirov û biçek êrişan lidar dixe. Di van êrişan de ne tenê leşker, gelê me yên sivil jî tên hedefgirtin. Em li hember van êrişan di çarçoveya parastina rewa de bersiv bidin û tolên şehîdên xwe ji dagirkeran hildin."