Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bîlançeya meha Gulanê ya êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha operasyonên QSD'ê yên li dijî çeteyan eşkere kirin.
Daxuyanî wiha ye:
"Hêzên dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê li herêmên dagikirî yên Bakurê Sûriyeyê gelek binpêkirin wekî kuştin, revandina li beramberî fidîyeyan pêk anîn, mal û milkên sivîlan jî dizîn. Her wiha darên berhemdar û bi taybet ên zeytûnan hatin jêkirin da ku êzingên wan li bazaran bifiroşin. Her wekî pere li şêniyan sepandin, şantaj li wan kir û bi rêya kolandin giran û deverên kevnar, şûnwar û gencîneya wan dizîn. Piştî erdhejê jî lez da avakirina dagirgehan û bi taybet li herêma Efrîna dagirkirî û bi serperştiya istixbarata Tirk ku di bin navê komele û rêxistinên “xêrxwazî” yên veşartî de kar dike. Di nava zêdegavîyên tirkî de, ji erd û asîman ve herêm hat topbarankirin û di encamê de hejmareke sivîl û leşker şehîd bûn û binesaziya herêmê jî ziyan dît.
Bîlançoya wan reftkar û binpêkirinên terorane bi vî rengî ye:
-Hejmara girtî û revandiyên yên meha Gulanê tenê li herêma Efrînê: 25 sivîl ji wan 4 jin in.
-Rewşên destdirêjiyê: Çeteyên dagirkeriya Tirk li herêma Efrîna dagirkirî destdirêjî li 2 zarokan kir.
-Jêkirina daran û şewtandina daristanan: Çeteyên dagirkeriya Tirk di meha Gulanê de, li herêma Efrîna dagirkirî 2124 darên zeytûn û hinaran jê kirin û 18000 darên zeytûnan şewtandin, ev yek ji bilî darên li daristanan ku bi zanebûn hatin şewtandin.
-Reftarên kolandina girên kevnar: Li herêma Efrîna dagirkirî 6 girên şûnwarî û goristaneke êzidiyan hatin kolandin û kanayek keviran hat sazkirin û bo Tirkiyê tê şandin.
-Guhertina Demografîk: Bi fînanseya komeleyên girêdayî Ixwan El Musilmîn û yên isitixbarata dewleta Tirk a dagirker 4 dagirgehên nû li ser erdên xelkê Efrînê û kurdên koçberbûyî hatin avakirin. Li kêleka ku dagirkeriya Tirk mizgeftek li navenda bajarê Efrînê, li ser erdê kesekî ku bi darê zarê hatiye koçberkirin, ava kir. Her wiha kampeke nû li gundê Muhemdiyê li gundewarên bajaroka Cindirêsê hat avakirin.
-Hejmara êrişên bi topavêj û tankan: 32 caran.
-Hejmara êrişên bi balafirên keşfê (Dron): 4 car.
-Hejmara şehîdên leşkerî: 4 şehîd.
-Hejmara şehîdên sivîl: 2 şehîd.
-Hejmara birîndara: 9 sivîl
-Hejmara leşkerên Hikûmeta Şamê yên jiyana xwe ji dest dayî: 4 leşker.
-Hejmara topên hatine avêtin: 45 topên topavêj, hawan, tank û mûşekan li deverên cihêreng ketin, piraniya wan li navçeya Eyn Îsa, gundewarên Efrîn ên dagirkirî û Til Temirê.
Şehîd û Birîndar:
Li gundê Til Leben ê li bakur rojavayê navçeya Til Temirê di encama topbarana dagirkeriya Tirk de sivîlek bi navê Mihemed Ebdulfetah Hesîno yê 38 salî şehîd bû û 4 sivîlên din di dema li erdê xwe yê çandiniyê de dixebitîn birîndar bûn, ew jî ev in: Xalis Hecî Huzeyfa (35), Ebdulha Izedîn Ilêwî (27), Ibrahîm Mihemed Kiraf (38) û Hafiz Mihemed Kiraf (27).
Li gundê Jidêdê yê rojavayê bajaroka Eyn Îsayê 5 welatî ji ber parçeyên topên topavêjê ku çavkaniya wan baregehên dagirkeriya Tirk li bakurê rêya (M4) in, birîndar bûn. Ew jî ev in: Mihemed Fewaz El Wegai (18), birayê wê Mehmûd Fewaz El Wegai (17), Mihemed Salim Kemal (26), Mihemed El Belîx (30), Mehmeûd El Casim (35). Li gundê Qêrewanê yê başûrê Til Hemîsê balafireke keşfê ya dagirkeriya Tirk hêzên ewlekariya Kampa Holê ku malbatên çeteyên DAIŞ'ê dihewîne, bomebaran kir û di encamê de 2 şervan Bender El Mizeil û Ziyad Ibrahîm şehîd bûn. Her wiha balafireke keşfê ya dagirkeriya Tirk li nêzî gundê Hemdûn ê li ser rêya M4 li başûrê Kobanê, erebeyek bomebaran kir û di encamê de şervanên hêzên leşkerî yên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk Cûdî Egîd û Fûad Mihemed Hemman şehîd bûn. Her wiha balafireke dagirkeriya Tirk nuqteyeke girêdayî hêzên hikumeta Şamê li derdora gundê Mecra û Siltanê li gundewarên bakurê Minbicê bomebaran kir û di encamê de 4 leşkerên hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest da. Li gundê Xarûfiyê yê başûrê bajarê Minbicê jî di encama bomeberankirina erebeyekê bi balafira dagirkeriya Tirk de sivîlê bi navê Ebulwehab Hac Himêdî şehîd bû.
Armanckirin û topbarana bajar û bajarokê ewle:
1-Topbarana li dijî navçeya Şêrawa:
Dagirkeriya Tirk gundê Bênê yê girêdayî navçeya Şêrawayê bi çekên doçka û topavêjan bi 6 topan, topbaran kir. Her wiha gundê Malkiyê yê girêdayî navçeya Şerayê jî hat topbarankirin. Dagirkerî û çeteyên wê bi doçkayê gundê Şewarxayê yê li navçeya Şerayê jî kir armanc.
2-Topbarana li bajaroka Eyn Îsa û gundewarên wê:
Dagirkeriya Tirk 2 caran bi çekên giran gundê Seyda yê navçeya Eyn Îsayê topbaran kir û gundê Mieleq û rêya M4 bi doçka û bombeavêjan kir armanc. Her wiha dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji bareghên xwe yên dagirker ên li kêleka rêya M4 ku 8 km li rojhilatê bajaroka Eyn Îsayê ne, derdora bajarok topbaran kir. Di heman wextê bi çekên giran Kampa Eyn Îsayê û gundê Mieleq kirin armanc. Her wiha gundê Jidêdê yê 2 km li rojavayê Eyn Îsayê û Kampa Eyn Îsayê kirin armanc di encamê de 5 welatî birîndar bûn. Birîndar ev in; Mihemed Fewaz El Wegai (18), birayê wê Mehmûd Fewaz El Wegai (17), Mihemed Salim Kemal (26), Mihemed El Belîx (30) û Mehmeûd El Casim (35). Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê topbarana xwe dubare kir û gundewarên Eyn Îsayê bi giştî kir armanc. Gundên Hiwêca û Seydayê bi çekên giran topbaran kirin. Her wiha Rawestgeha El Nexîl a li gundewarê Eyn Îsayê 2 caran bi çekên giran topbaran kirin. Di encamê de bi dehan kektarên zeviyên genim û ceh şewitîn û ji ber ku ji hêla baregehên dagirkeriya Tirk ên li gundê Şergirakê yê li tenişta rêya M4 ve dihat armanckirin, tîmên agirkujê nekarîn xwe bighînîn cihê şewatê. Her wiha 2 carên din û bi çekên giran gundê Mieleq ê Eyn Îsayê, gundên Dibis, Mişêrfa, Delûk, Zîban, Sefawiyê, Mella, Siwêdiyê, Jidêdê, Seramidê, Xazilî û careke din gundê Seyda” yê li rojhilatê Eyn Îsayê, bi çekên navên hatin armanckirin.
3-Topbarana li Til Temir û gundewarên wê:
Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi topavêja giran gundê Til Lelebin ê li rojavayê Til Temirê topbaran kir û di encamê de welatiyek şehîd bû û 4 welatiyên din jî di dema li nava zeviyên xwe dixebitîn birîndar bûn ew jî: Xalis Hecî Huzeyfa (35) salî, Ebdulha Izedîn Ilêwî (27), Ibrahîm Mihemed Kiraf (38) î, Hafiz Mihemed Kiraf (27).
Êrişên bi balafirên bêmirov (Dron):
Hêzên dagirkeriya Tirk nuqteyeke hêzên leşkerî yên ewlekariya Kampa Holê ku malbatên çeteyên DAIŞ’ê dihewîne ya li gundê Qêrewan ê li başûrê Til Hemîsê bi balafireke bêmirov bombebaran kir û di encamê de 2 şervanên parastina Kampa Holê şehîd bûn. Balafirên bêmirov ên dagirkeriya Tirk li gundê Hemdûn ê li ser rêya M4 ê li başûrê Kantona Kobanê erebeyek bombebaran kir û di encamê de 2 şervan; Cûdî Egîd û şehîd Fûad Mihemed Hemman şehîd bûn. Her wiha balafireke bêmirov erebeyek sivîl li gundê Xarûfiyê yê li gundewarên başûrê bajarê Minbicê bombebaran kir û di encamê de welatiyê bi navê Ebdulwehab Hac Himêdî ku ji wî gundî ye, şehîd bû. Her wekî balafireke bêmirov a dagirkeriya Tirk nuqteyeke leşkerî ya Hêzên Hikûmeta Şamê li derdora gundê “Mecra û Sultanê” yê li gundewarê bakurê Minbicê bombebaran kir û di encamê 4 leşkeran jiyana xwe ji dest da û hejmareke din jî birîndar bû.
Bîlançoya operasyona ewlekariyê yên li dijî şaneyên “DAIŞ”ê û sîxurên dagirkeriya Tirk di meha Gulana 2023’an de:
Hêzên me, Hêzên Sûriya Demokratîk operasyonên xwe yên ewlekariyê li dijî rêxistina “DAIŞ”ê ya terorîst di meha Gulana borî de zêde kirin, ji wan operasyonên ku Yeknîeyên Antî Terorê (YAT) bi koordîneya Hêzên Dijterorê yê Başûrê Kurdistanê (CTG) û bi beşdarî û piştgirya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî yên antîterorê, pêk anîne.
Di wan operasyonan de, bi dehên çeteyên terorîst ku plan dikirin êrişî hêzên me û sivîlan bikin û di bin navê “Zekatê” de pereyan li wan bisepînin, hatin girtin. Her wiha rêjeyeke mezin a çek, cebilxane, alavên leşkerî û yên pêwendîyê, ketin destê hêzên me. Dîsa derbeyên giran li bermahiyên şaneyên rêxistina “DAIŞ”ê” ya terorîst, bi rêya serdegirtina kozik û cihên wan, hatin xistin. Hêzên me hejmarek şebekeyên sîxurtiyê ku bi istixbarata dagirkeriya Tirk re dixebitîn ji ber hev xist û wan sîxuran di mikurhatinên xwe de eşkere kir ku ew bûne sedema şehadeta hejmareke şervanên me û sivîlan, di heman çarçoveyê de bi rêya mayînan û li beramber bidestxistina pereyan teqîn di hindirê saziyên Rêveberiya Xweser de, pêk anîne.
Bîlançoya operasyonên ewlekarî û leşkerî yên li dijî şaneyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst careke din xeteriya tevgera terorîstan piştrast dike û amadekariyên êrişên terorane li dijî herêmê dike, nexasim di çarçoveya agahiyên piştrastkirî de ku DAIŞ hewl dide refên endamên xwe li gelek herêmên sûrî birêxistin bike û dest bi êrişên terorane bike.
Bîlançoya operasyonên ewlekariyê ku hêzên me di meha gulana 2023’an de pêk anîne, wiha ye:
-Hejmara operasyonan: /12/ operasyon, ji wan /4/ operasyon bi hevbeşiya Koalîsyona Navneteweyî û Hêzên Dijterora Başûrê Kurdistanê (CTG) ne.
-Hejmara terorîstên girtî: /21/ terorîst.
-Hejmara kuştiyên terorîstan: 1 terorsît.
Hûrgirliyên wan operasyonan bi vî rengî ne:
1-Di dîroka 1’ê Gulanê de, yekîneyên taybet ên girêdayî hêzên me bi hevkarî û koordîneya Koalîsyona Navneteweyî, li bajarê Holê yê li rojhilatê Hesekê operasyonek ewlekariyê pêk anî. Di encamê de endamekî şaneyên rêxistina “DAIŞ’ê” ya terorîst hat girin ku di derbaskirina çekdan ji hindirê Kampa Holê re çalak bû da ku bighîne şaneyan û çalakiyên kuştin û reşkujiyê pêk bînin. Her wiha di warê revandina endamên şaneyên DAIŞ'ê ji hindirê Kampê re û gihandina wan ji herêmên din re çalak bû. Di dema operasyonê de, yekîneyên me yên taybet gumabarekî din ku bi endamê şaneyê re kar dikir, girt û alavên teknîkî yên bi wan re hatin desteserkirin.
2- Di dîroka 2'ê Gulanê de, yekîneyên taybet ên hêzên me bi hevkariya koalîsyonê li gundê Bisêra yê rojhilatê Dêrazorê operasyoneke ewlekariyê pêk anî. Di encamê de endamekî şaneyeke terorîst hat girtin. Piştî lêgerîna li mala wî, yekîneyên me hin alavên teknîkî û belgeyên karê wî di nava şaneyên terorîst de, hatin dîtin.
3- Di dîroka 9'ê Gulanê de, Yekîneyên Antî Terorê (YAT) bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî û Hêzên Dijterorê ya Başûrê Kurdistanê (CTG) li bajaroka Siwer ê gundewarê bakurê Dêrazorê operasyoneke ewlekariyê pêk anî. Di encamê de, 2 endamên rêxistina “DAIŞ’ê” ya terorîst hatin girtin ku di warê çalakiyên kuştin û reşkujiyê li dijî hêzên leşkerî û rûspiyên herêmê û revandina endamên terorîst de kar dikirin. Her wiha yekîneyên me dest danîn ser rêjeyeke çek û cebilxane û alavên pêwendiyê yên bi terorîstan re.
4-Di dîroka 13'ê Gulanê de, Yekîneyên Antî Terorê (YAT) bi hevkariya Hêzên Dijterorê yên Başûrê Kurdistanê (CTG) li bajaroka Keramê yê gundewarê bajarê Reqayê operasyoneke ewlekariyê pêk anî. Di encamê de endamekî terorîst hat girtin û yek jî hat kuştin. Vê şaneyê tevgera rêxistina terorîst di navbera Reqa û Hesekê de hêsan dikir û karê revandina malbatên “DAIŞ’ê” yên li Kampa Holê ber bi herêmên dagirkirî li Serêkaniyê û Girê Spî ve dikir.
5- Di dîroka 14'ê Gulanê de, Yekîneyên Antî Terorê (YAT) bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî û Hêzên Dijterorê yên Başûrê Kurdistanê (CTG) 2 operasyonên ewlekariyê yên birêkûpêk li bajaroka Keramê yê Reqayê, pêk anîn. Di encamê de şaneyeke terorîst hat bêbandorkirin û 3 terorîst jî hatin girtin. Vê şaneyê tevgera rêxistina terorîst di navbera Reqa û Hesekê de û karê revandina girtî û malbatên “DAIŞ’ê” yên li Kampa Holê ber bi herêmên dagirkirî ve li Serêkaniyê û Girê Spî dikir.
6- Di dîroka 15'ê Gulanê de, yekîneyên me yên taybet bi piştgiriya çavdêriya asîmanî û bajeyî ya Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke ewlekariyê li bajaroka Deşîşa ya li gundewarê başûrê Hesekê pêk anî. Di encamê de yekîneyên me karîbûn şaneyeke rêxistina “DAIŞ’ê” ya terorîst bê bandor bike û serçeteyekî şaneyeke terorîst a girêdayî rêxistina DAIŞ’ê û gumanbarekî pê re bigirin. Her wiha yekîneyên me di dema lêgerîna li mala ku lê dima de, çek, alavên teknînkî û belgeyên ku girêdana wî bi rêxistina DAIŞ’ê re piştrast dikin, dîtin.
7- Di dîroka 21’ê Gulanê de, Yekîneyên Antî Terorê (YAT) li gundê Tiwêmîn yê girêdayî bajaroka Şedadê operasyoneke ewlekariyê pêk anî. Di encamê de 2 çeteyên ku xwe ji bo pêkanîna êrişan li dijî hêzên me amade dikirin hatin girtin. Nasnameya Sûriyeyê li gel her du çeteyan re hebû.
8- Di dîroka 21’ê Gulanê de, Yekîneyên Antî Terorê (YAT) li bajarê Minbicê operasyoneke ewlekariyê pêk anî. Di encamê de, şaneyeke terorîst a xeternak ku hewl dide mayînan li nuqteyên hêzên me biteqîne, hat bêbandorkirin. Her wiha di operasyonê de 3 terorîst hatin girtin.
9- Di dîroka 21’ê Gulanê de, Yekîneyên Antî Terorê (YAT) li bajaroka Teyanê ya li rojhilatê Dêrazorê, operasyoneke ewlekariyê pêk anî. Di encamê de terorîstekî ku di warê fînansekirina DAIŞ’ê de û bi navê “Zekatê” pere kom dikirin, hat girtin.
10- Di dîroka 21’ê Gulanê de, Yekîneyên Antî Terorê (YAT) li gundê Belqîs ê Til Hemîsê operasyoneke ewlekariyê pêk anî. Di encamê de 2 terorîstên ku tevgera şaneyên DAIŞ’ê hêsan dikir, desteka lojistî bo wan peyda dikir û agahiyên istixbaratî bo rêxistina terorîst kom dikirin, hatin girtin.
11- Di dîroka 25’ê Gulanê de, hêzên me operasyonek li dijî şebeyeke sîxurtiyê ya dagirkeriya Tirk pêk anî. Di encamê de hêzên me 2 sîxurên ku istixbartên dagirkeriya Tirk bi armanca bidestxistina agahiyan li ser cihên hêzên leşkerî û ewlehî, saziyên Rêveberiya Xweser û destnîşankirin fermandarên hêzan, ew tevlî xwe kiribûn, hatin girtin. Van sîxuran li beramber van agahiyan pere wergirtin. Di dema lêpirsîna bi herdu çeteyên sîxur re, li xwe mikur hatin ku wan agahî, kordînatên navendên leşkerî yên meclisên leşkerî yên Hêzên Sûriya Demokratîk, li Til Temir, Zirgan, Amûdê û Dirêbsiyê didan dagirkeriya Tirk.
12- Di dîroka 26’ê Gulanê de, Yekîneyên Antî Terorê (YAT) bi hevkariya Hêzên Dijterorê yên Başûrê Kurdistanê (CTG) û piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî li gundê Elbonîtel ê rojhilatê Dêrazorê operasyoneke ewlekariyê pêk anî. Di encamê de endamekî rêxistina “DAIŞ’ê” ya terorîst ku li ser peydakirina destekê bo DAIŞ’ê dixebitî û çek peyda dikirin û ew direvandin, hat girtin. Yekîneyên me her wiha hejmareke çek û alavên leşkerî yên pê re bûn, desteser kirin.
Hêzên me, Hêzên Sûriya Demokratîk teqez dike ku ji her demê bêtir amade ye bersiva êrişên muhtemel bide û niştecihên herêmê biparêzin."
(bb)