QSD: Di Şerê Tinekirina Terorê de 51 terorîst hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê eşkere kir ku di encama şerên 24 saetên dawî di Qonaxa Şerê Tinekirina Terorê de, 51 terorîst  hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê têkildarî encamên şer ên 24 saetên dawî ji Qonaxa Şerê Tinekirina Terorê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Eniya Baxozê:Di saetên zû yên sibê de, hinek tevgerên terorîstan hebû. Şervanên me ew kirin hedef û li 6 cihan şerên dijwar derketin. Terorîstan çekên sivik û giran bi kar anî. Yek ji erebeyên çeteyan hewl da birive, lê şervanên me ew kirin hedef û di encamê de terorîstên têde hatin kuştin. Her wiha terorîstekî  ku çeka BKC rakirbû hate kuştin. Di heman demê de, şervanên me kombûneke terorîstan bi hawanan kirin hedef û hate teqezkirin ku sê terorîst hatin kuştin.

Her wiha topavêjin Kooalîsyona Navneteweyî gelek bargehên terorîstan kirin hedef, lê encamên wê nehatin diyarkirin. Balafirên Kooalîsyonê bargeh û navendên terorîstan bombebaran kir.

Di saetên êvarê de, terorîstan hewl dan ji du aliyan ve êrîşî noqteyên şervanên me yên li navenad bajaroka El-Sûsê bikin û di encamê de şerên giran rû dan. Endamên rêxistina teror hewl dan xetên parastinê yên hêzên me bişkînin. Lê şervanên me berisv dan û di encamê de hejmareke mezin ji terorîstan hatin kuştin û yên mayî jî reviyan.

Her wiha rêxistina teror careke din hewl da xwe komî ser hev bike û êrîşeke din li dijî noqteyên şervanên me pêk bîne. Lê şervanên me bersiv dan û bi terorîstên êrîşkar re ketin nava şerekî dijwar. Di heman demê de, Balafirên Kooalîsyona Navdewlet jî bargeh û navendên terorîstan bombebaran kir. Di encamê de ev êrîş jî têk bû û hejmareke mezin ji endamên terorîst hatin kuştin û cenazeyên 10`an ji wan jî kete destê şervanên me.

Careke din terorîstan bi rêya erebeyên bombebarkirî û panzêrên leşkerî derbasî nava hêzên me bibin. Lê şervanên me dikaribûn erebeyeke ji wan biteqînin û yên din jî ji qada şer reviyan. Her wiha şervanên me du terorîst ku rextên bombebarkirî li wan bû beriya ku bighêjin noqteyên şervanên me, ew kirin hedef. Şervanên me çek û rextên bombebarkirî yên wan desteser kirin.

Eniya Hecînê: Li vê eniyê car caran şer rû dide. Her wiha topbarana bi hawanan jî car caran çêdibe. Rêxistina teror hewl dide êrîşî noqteyên şervanên me bike, lê hemû hewldanên wan têk diçin, ji ber ku şervanên me hişyar in û hemû tevgerên terorîstan dişopînin.

Encama giştî ya şer wiha ye:

-51 terorîst hatin kuştin, cenazeyê 10`an ji wan ketin destê şervanên me.

-Erebeyeke bombebarkirî û erebeyeke leşkerî hatin teqandin.

-Yek çekeke BKC, du rextên bombebarkirî û hin çekên kilaşînkov ji aliyê şervanên me ve hatin desteserkirin.

-Balafirên Kooalîsyonê 18 caran êrîş pêk anîn.

-7 mûşek ji cûreya “Hymers” ber bi bargehên terorîstan re hatin avêtin.”

(kc)


Mijarên Din