QSD‘ê encamê roja 8‘an a Berxwedana Rûmetê eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD‘ê diyar kir ku di roja 8‘an a berxwedanê de bi kêmanî  60 leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û zêdeyî 20 alavên leşkerî hatin rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD‘ê bi daxuyaniyekê encamê  şer û berxwedana 24 saetên dawî eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Arêtşa Tirk a dagirker û komên terorîst ên girêdayî wê bi desteka êrîşên hawayî û obusan êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Derheqê sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hovîntirîn binpêkirinê pêk tînin. Hêzên me li her deverê êrîşan dibersivînin.

DRÊIK

Artêşa dagirker û komên xwe êrîşên xwe li ser bajêr û gundan bi tybet gundê Carûdiyê didomînin. Di heman demê de ji qereqola gundê Babilê yê li ser sînorê 4 top avêtin gundê Xerab Reşkê.

SERÊKANIYÊ

Ev çar roj in bê navber eniyên Serêkaniyê germ in, şerên dijwar, topbaran û bombebaran bê navber didomin. Her wiha balafirên keşfê digerin,  tevî teknîkeka pêşketî û hezaran çete, dijmin nikare gavekê jî bi pêş de bide.

Ji saetên destpêkê yên duh sibeha û heta derengî şevê artêşa Tirk a dagirker êrîşên bejahî tev bombebaranê pê tîne, hêzên me bi lehengî bersiva êrîşan dan û derbeyên giran li dagirkeran dan.

Li eniya gundê Menacîr jî artêşa Tirk a dagirker û terorîstên wê bi şev êrîşeke bejahî anîn ser gund, şerekî dijwar derket, li gel wê balalafirên şer û yên keşfê bombebaran dikirin. Şervanên me derbên giran li artêşaê da, lê hejmara kuştiyan nehatin tesbîtkirin.

Li aliyê Alyayê jî dijmin bi zêdetirî 100 wesayîtên ku di nav de wesayîtên zirxî û tank hebûn, êrîş kir. Li gel vê jî balafirên şer û keşfê jî her der bombebaran dikir. Hêza me di cih de bersiv dan û şer qewimî. Di vî şerî de 20 wesayîtên leşkerî hatin rûxandin û derbkirin. Her wiha 10 wesayît jî qada cengê reviyan. Wesayîteke zirxî ya leşkeran vediguhêze hatiye rûxandin û yek ji wna hatin desteserkirin.

Di şer de 60 çete hatin kuştin, 40 birîndar bûn. Her wiha 18 şervanên me jî bi lehengî şer kirin û şehîd bûn, 7 jî birîndar bûn. Di encamê de êrîş hatin şikandin.

AMÛDÊ

Gundê Eradê û Îbrahîmiyê hatin tobparankirin û 4 sivîl birîndar bûn.

GIRÊ SPÎ

Li aliyê Eyn Îsa dagirkeriya Tirk hewl da bi aliyê rêya navnetewî ve bi pêş bikeve, lê hêzên me li gelek aliyan bi wan re ketin şer. Şer û bombebaran bi balefirên şer û keşfê dewam kir.

Hêzên me li dijî wesayîtên zirxî gelek çalakî kirin û bi dehan wesayîtên zirxî rûxandin, lê hejamara kuştî û birîndarên leşkerên Tirk û çeteyên wê nehatin zelalkirin."

ANHA


Mijarên Din