​​​​​​​QSD‘ê encamê şer û berxwedana 21-24 Çileyê eşkere kir

Navenda Ragihandina QSD‘ê bi daxuyaniyekê encamê şer û berxwedana 21-24 Çileyê li Rojavayê Kurdistan û Bakûrê Sûriyê

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê encamê şer û berxwedana 21-24 Çileyê li Rojavayê Kurdistan û Bakûrê Sûriyê.

Daxuyanî wiha ye:

"Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên bi armanca dagirkirina qadên nû, her wiha binpêkirinên xwe yên agirbestê di herêmê de didomînê. Di vê çarçoveyê de;

Girê Spî

Di 21-22‘yê ê Çileyê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sawumayê Eyn Îsa, gundên Xirbet Beqer, Sewan û Erîda bi obus û hawanan topbaran kirin. Di encamê vê topbaranê de ziyanên madî gihîşt welatiyên heremê.

Til Temir

Di 22‘yê Çileyê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Um El-Kêf bi obus û hawanan bombebaran kir.

Di 24‘ê Çileyê de artêşa dagirker û komên çete ji gundên Erîşa, Qasimiyê, Reyhaniyê, Ebû Hêla, Mikran Begara, Dawudiyê, Ewêyşa û Erbaîn erîşekî berfireh birin li ser noxteyên artêşa Suriyê û Meclîsa Leşkerî ya Suryanî. Di encama pevçûnên ku di bersivdayina hêzên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî de derketin, hejmarek çete hatiye kuştin, wesayîtekî leşkeri hatiye imha kirin. Her wiha gelek cebilxane hatine desteserkirin.

Her wiha di navbera dîrokên 21-24 Çileyê de li ser herêmên Firat û Cizîrê tevgera balafirên bêmirov bênavber berdewam kir."


Mijarên Din