QSD‘ê encamê şer û berxwedana 24 saetên dawî eşkere kir

Navenda Ragihandina QSD‘ê ragihand ku hêzên wane di çarçoveya parastina rewa de bersiva hemû êrîşên dagirkeran ên li ser gundên Zirgan, Girê Spî û Kobanên dan, di encamê de de bi dehan çete hatin kuştin û brîndarkirin.

Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê bi daxuyaniyekê encamê şer û berxwedana 24 saetên dawî eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Ruxmê ku hêzên me yên parastina sînor di çarçoveya rêkeftinê de derbasî rewşa parastinê bûn jî, artêşa dagirker û komên çete yên bi ser ve êrîşên xwe li dijî hêzên parastian sînor ya artêşa Sûrî berdewam kirin, êrîş li ser gelek gundewarên herêmê li dar xistin û xwestin dagirkeriya xwe berfireh bikin. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva van êrîşan dan.

 Zirgan

Artêşa dagirker bi 50 seyareyan li derdorê gundên Eyn El-Hewa û Xirbet Cimo xwestin êrîş bibin ser çeperên hêzên hikûmeta Sûrî û gundên li derveyî agirbestê dagir bikin. Hêzên me bi armanca parastina van gundan bersiv dan êrîşan û di encam şer qewimî. Di encama şerê li vê herêmê û gundê Til El-Werd hejamrek zêde çete hatin kuştin û birîndarkirin, herwiha maşîneyek kar hat rûxandin.

Girê Spî û Kobanê

Artêşa dagirker û komên çete bi hejmarek mezin çete û piştevaniya hêza hewayî li gundên Evdikê, Çariqlî û Berberiyê êrîş li dar xistin û hewl dan herêmên nû dagir bikin. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva hemû êrîşan dan û di encam şerên giran qewimîn, di hemû xetan de êrîşa artêşa dagirker û komên çete hatin şikandin.

Di bersivdana hêzên me de bi dehan çete hatin kuştin û brîndarkirin.

5 hevalên me di vê berxwedanê de brîndar bûn."


Mijarên Din