QSD’ê encama şer û berxwedana 24 saetên dawî eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê encama şer û berxwedana roja 31`emîn eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê girêdayî mijarê, daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

Daxuyanî wiha ye:

“Artêşa dagirker li hember Rojavayê Kurdistan û Bakurê Sûryê agirbestê bin pê dike û bi her awayî êrişên xwe yên berfirehkirina dagirkeriyê zêde dike.

Til Temir

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên bi ser ve, li gundên Leylan û Gûzeliyê êriş bir ser herêmên sivîlan û hewl dan ku qadên nû dagir bikin.

Ebû Rasên

Artêşa dagirker û komên çete bi hêzeke mezin êriş bir ser gundên Til El-Werd, Um El-Îşba û Til Mihemed. 

Eyn Îsa 

Artêşa dagirker û komên çete, bi armanca dagirkirina herêmên nû ku rêya M4 a navdewletî jî di nav de, êriş bir ser gundên Xirbet Kerîm, Dibs û Xalidiyê. Hêzên me bersivên êrişan dan û di encamê de şerek  rû da. Di encama şer de  2 çete hatin kuştin, 2 birîndar bûn, tangek jî hate derbkirin. Komên çete yên ser bi artêşa dagirker ve li gundên Şergirkt, Tibêna û Mesûdiyê bi piştevaniya çekên giran û di bin bombebarana firokeyên bêpîlot de êriş bir ser herêmên sivîl. Hêzên me bersiva êrişan da û di encamê de şer qewimî. Di encama vî şerî de jî 3 çete hatin kuştin û 4 çete birîndar bûn.

Bi giştî di encama bersivdana hêzên me de 5 çete hatin kuştin, 6 çete jî birîndar bûn.

Di vê berxwedanê de 2 şervanên me jî şehîd bûn.”


Mijarên Din